‘Ev êrîş binpêkirina zagonên navdewletî ye’

Endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî Şanaz Îbrahîm Ehmed û endama parlamentoya herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq li dijî êrîşên dewleta Tirk gotin: “Dubarebûna van êrîşan û hedefgirtina hemwelatiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Navenda Nûçeyan- Êrîşên duh ên dewleta Tirk li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê bû sedema nerazîbûnên gel. Aliyên siyasî û kesayetiyên Başûrê Kurdistan bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Der barê êrîşê de endama endama Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek parve kir û wiha got:

“Derbaskirina sînorên serweriya xaka Iraq, binpêkirinek berbiçav a zagon û peymanên navneteweyî ye. Ez bang li Hikumeta Iraq, Herêmê û civaka navneteweyî dikim ku sînorek ji êrîşên hewayî yên welatên cîran re daynin. Bang li hêzên koalîsyonê dikim ku sîstemek pêşketî ya li dijî dironên ku qada me ya hewayî kirine cihê pêşbaziya hêzên nenas, ava bikin. Mixabin tevî şehîdxistin, birîndarkirina welatiyên bê guneh, şewitandina sedan gundan, şandina gelek nameyên fermî yên ji bo nerazîbûnê, hê jî li dijî aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê planên xwe yên qirêj dimeşînin û berdewam dikin.”

‘Xelkê herêma Kurdistanê şiyar e’

Seroka berê yê parlamentoya herêma Kurdistanê Rêwas Fayîq wiha got: “Her kes û aliyên ku bi her armancê rê li ber êrîşên terorîstî li ser balefirxaneya Erbet vekiribe, xayîn û xwefiroş in û dostên dagirkerên Kurdistanê ne. Niha xelkê herêma Kurdistanê gelek şiyar e û hemûyan gelek baş nas dike.”