Jinên Efrînî di berxwedanê de bi biryar in

Jinên ji herêma Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk li kantona Şehbayê dijîn, hêrs û bertekên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û rêgeriya hikûmeta Şamê anîn ziman û destnîşankirin ku ew ê li li berxwe bidin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di demeke ku herêma Şehba ya girêdayî parizgeha Helebê di şert û mercên rêgeriya hikûmeta Şamê ku ji Kanûna 2022'an hatiye destpêkirin û bê navberdewam dike, dewleta tirk bi riya balefirên bê mirov (SIHA) di 10'ê Hezîranê de herêm bombebaran kir. Di encama bombebarana ku li ser riya gundê Maratê yê girêdayî navçeya Ehdas li kantona Şehba yê, 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest dan û 2 birîndar bûn. Li aliyekî din hêjayî gotinê ye ku ev zêdetirî çend rojan tevgera balefirên bê mirov û yên şer bê navber li ser herêma Şehba û Efrînê heye.

Li dijî rewşa ku niha li Şehbayê tê jiyîn ku derfetên jiyanê ji ber ambargoyê li ber qedandinê ne, her wisa gef û êrîşên dewleta tirk, jinên ji gundê Maratê ku şahîdiya bombebarana 10'ê Hezîranê kirin, helwesta xwe tund anîn ziman. 

'Em ê hebûna xwe biparêzin'

Xedîce Mihemed zanebûna xwe ya ji armanca êrîşan wiha bilêv kir: "Ev ev çend sal in ku em di encama dagirkeriya dewleta tirk ji warê xwe koçberbûne, di demeke ku em li dijî hemû şer û mercan liberxwe didin, dewleta tirk careke din em bobmebaran kir ku heta niha jî tevgera balefirên bê mirov li ser asîmanê herêma me heye. Li ber çavên tevahî cîhanê û bi taybet hêzên Rûsya ku qaşo garantoriya herêmê dike, zarokên me tên hedefgirtin û şehîd dibin. Hemû hêz jî vê rewşê paşguh dikin û tu helwestê nîşan nadin. Lewra tevî hemû xemgîniya ku em dijîn, em ji vê berxwedanê ne poşman in. Ji ber ku em dûrî axa xwe neketin û perîşan nebûn, dewleta tirk dixweze vê pilanê bi encam bike ji ber vê bê navber êrîşan pêk tîne. Me gelê Kurd her tim hebûna xwe parastiye, ji ber vê weke gelê Efrînê em ê hebûna xwe biparêzin, hemû pilanan vala derxin û axa xwe ji dagirkeriyê rizgarbikin."  

'Rûsya garantoriya berjewendiyên xwe dike'

Hêzên Rûsiya ku di gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantorya êrîşên dewleta tirk dike, heta niha jî bertekên xwe yên cidî nîşan nedane. Tevî ku di 12'ê Hezîranê de komek çekdarên Rûsiya ji aliyê dewleta tirk ve li kantona Şehbayê hatin bombebaran kirin û di encamê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dan û hinek jî birîndarbûn, heta niha jî hêzên Rûsya bê deng in. Têkildarî vê mijarê Bedîya Horo nirxandinên xwe wiha anî ziman: "Ev çend roj in tevgera hewayî ya dewleta tirk dijwartir bûye ku di encamê de bombebarana 10'ê Hezîranê pêk hat. Bê guman ev êrîş ji aliyê me ve tên nirxandin, ez weke kesayet dibînim ku dewleta tirk dixweze bi vê rêbazê vîn û îsrara me ya berxwedanê lewaz bike. Ev yek wê pêk neyê, ev çend meh in ku em li hember ambargoya hikûmeta Şamê liberxwe didin, gelo emê nikarbin li hember van êrîşan bisekinin. Em divê rewşê de hêza garantor Rûsya berpirsyar dibînin, ji bo vê emê hesabê xwîna zarokên xwe ji Rûsya, Sûriya û dewleta tirk bixwezin. Rûsiya dikare di kêliyan de êrîşên dewleta tirk rawestîne, lê ji ber ev êrîş xizmeta berjewendiyên wan jî dike, ev bê deng dimînin."

'Em di nava şerekî du alî de dijîn'

Leyla Elî behsa rewşa rêgeriya hikûmeta Şamê û di hemdemiyê de êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: "Dewleta tirk vê carê jî 3 şervanên me hedef girt ku careke din kezeba me dayîkan şewitand. Ji bo heman dozê min jî zarokekî xwe spart axê, ji ber vê berxwedan û hêza me xûrt e û dijmin nikare têk bibe. Em niha di nava êrîşke du alî de dijîn, hikûmeta Şamê dixweze me dorpêça heyî bixeniqîne ku em vê deverê terk bikin. Dewleta tirk jî êrîşên ku li ser Efrînê di 2018'an de destpê kir, îroj li Şehbayê dewam dike.  Heger ev rewş dewam bike, wê herêm bi aloziyeke mezin re rû bi rû bimîne. Ji bo divê ku ev rewş bi rengekî lezgîn were derbaskirin. Me bi çavên xwe hovîtiya dewleta tirk dît ku çawa erebeyek kir hedef û zarokên me şehîd bûn, gelo çiqas dem pêwîst dike ku em van bûyeran ji bîr bikin. Helwesta me weke gelê Efrînê jî ewe ku emê li hember van kiryaran têkoşîna xwe bilind bikin û em ê teqez vegerin axa xwe."