Jinên ciwan li Mexmurê meşek girseyî li darxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî dibin kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de xwandekarên jin ên Mexmurê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin meşek girseyî li darxistin.

Mexmur- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ku ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bêbersiv dimînin. Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe gelê Kurd û dostên Kurdan li Kurdistan û derveyî Kurdistanê di nava çalakiyan de.

Li wargeha penaberan a Mexmurê dibin kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de xwandekarên jin ên Mexmurê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin meşek girseyî li darxistin û daxuyanî dan.

‘Rêber APO temsîliyeta  hemû gelên azadîxwaz dike ‘

Meşê ji ber deriyê dibistana Amadeyî dest pê kir heta Saziya Malbatên Şehîdan berdewam kir, di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê xwandekara bi navê Dunya Aygun ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Wek tê zanîn, Rêber APO Paradîgmaya Netewa Demokratîk temsîl dike, ji ber ku Rêber APO bi derketina xwe ya meşa azadiyê û xwedî derketina dîroka civaka exlaqî û polîtîk, îro gihişt asta ku temsîlîyeta hemû gelên azadîxwaz bike. Di serî de gelê Kurd, hemû gelên bindest û li tevahî cîhanê re fikrê Rêber APO bu pêlek û derbe ya mirinê li zihniyeta desthilatdariyê da. Bi taybet Rêber APO armanca xwe ya sereke kir azadiya jinê. Ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye. weke ku Rêber APO anî ser ziman, “Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye”. Li ser vî esasî em dibînin ku di pêşengtiya jinên Rojhilata Navîn de, bi bîrdoziya azadiya jin têkoşîna azadiya jin gihiştiye lutkeya herî jor.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.