Jinên Başûrê Kurdistan: Divê jin li dijî dagirkeriyê yek bin
Jinên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî êrîş û dagirkeriyê nîşan dan û bi bîr xistin ku bi pêkanîna yekîtiya jinan û yekîtiya netewî dikarin rê li ber dagirkeriyê bigrin.

ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî - Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike û cîhan li beramberî van êrîş û dagirkeriyan bêdeng in. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemwleatî, cihên niştecihbûnê û dibîstanan dikin hedef û komkujiyan pêk tîne. Dûh li bajarê Silêmanî meşek girseyî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hate li darxistin. Jinên beşdarî meşê bûn li dijî êrişan giringiya yekitiya jinan anîn ziman û destnîşan kirin ku her tim jinan pêşengiya şoreşê kirine û bi yekitiyê dikarin li dijî dagirkeriyê bisekinin.
‘Divê Kurd yek deng bin’
Çalakvan Dilsoz Zengene diyar kir ku armanca vê çalakiyê şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Kurdistanê û piştgirî dayîna Rojhilat û Rojava ye û got: “Dijminê Kurdan gelek in û dagirkerên xaka me gelek in. Ji bo wê divê gelê Kurd yek deng be. Divê gelê Kurd û jin yek bin, da ku dijmin nekare Kurdsitanê dagir bike. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hemû cîhanê hejand. Divê yekitiya jinan û yekitiya netewî hebe da ku dawî li qetilkirina jinan bê.”
‘Divê jin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şoreşê berdewam bikin’
Rojnamevan Şoxan Mîrza da zanîn ku bi berfirehbûna sîstema sermayedar li cîhanê re, rewşa jinan bi temamî ketiye bin gefan û wiha got: “Rojane tundîtûjî li beramberî jinê tê kirin, Başûrê Kurdistanê yek ji wan herêman e ku ji bo jinan ne aram e. Ji ber tundîtûjî lê zêde dibe, em divê pêşî tundutujiya li beramberî jinan tê kirin bigrin û divê jin wek Rojhilat bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şoreşê bikin. Desthilata li Başûrê Kurdistanê jî hewil didin mafê jinan binpê bikin. Divê jin bi hev re kom bibin û dest bi xebatê ji bo tevgera rizgariya xwe bikin. Divê gelê Kurd yekitiya netewî ava bike, ji ber pirsgirêk giştiye û li ser hemû gelê Kurd e. Pirsa yekîtiya netewî ji bo jinan giring e ku pêşî li dagirkerî û tundîtûjiya ku bi aqilê mêrsalariyê li ser Kurdistan û jinê dike bigrin.”
‘Dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya xeta xiyanetê tê kirin’
Endama Tevgera Azadî Zara Ehmed destnîşan kir ku ew dagirkerî û tundîtûjiya ku li Başûrê Kurdistanê tê rêvebirin bi xeta xiyanetê û xeta dagirkeriyê ye û wiha dom kir: “Em weke jin li dijî êrîş û dagirkeriya ku li ser Kurdistanê ne. Divê gelê Kurd li hemberî van êrîş û dagirkeriyan xwedî yek deng û yek helwestê be. Yekitiya jinan pêşketina tevayî mirovahiyê ye, ji bo wê heta ku jin azad nebin tu welat û gelek azad nabin. Jin jî divê yek bin. Pêwîstiya me bi kongreyek netewî heye ku piraniya wan jin tê de hebin. Ji ber jin dikarin pêşengiya şoreş, gel û tevayî mirovatiyê bike. Ev jî bi berxwedan û dengê azad yên têkoşînê, wê vê pêşketinê berfireh bike.”