Di êrişa dewleta Tirk de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di encama bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser gundê Reqasê yê Girê Spî de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Gundê Reqas ê Girê Spî duh danê nîvro bi balafirên keşfê û bi çek ya dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 3 kesên ku di nav wan de Weys Mihemed Weys ê 10 salî jî hebû jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Her wiha gundên Şêx Elî û Gozeliyê yên Til Temirê û gundê Meyasê yê Şêrawa jî bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Di meha Kanûnê de 16 sivîl hatin qetilkirin
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşan daxuyaniyek da û diyar kir ku sivîl bûne hedef. Di êrîşan de hat destnîşankirin ku di êrîşan de hewil hat dayîn îradeya gel bê şikandin û hat gotin ku hêjmara welatiyên di meha Kanûnê de di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 16’an.