Jinên Antakyayê bi piştevaniyê birînên erdhejê dikewînin

Yek ji dilxwazên Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Cansel Aslan, diyar kir ku di pêvajoya ji nû ve avakirina piştî erdhejê de ji bo beşdarbûna jinan a jiyana civakî xebatên xwe didomînin û bal kişand ser hêza piştevaniyê ya ku baş dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay- Yek ji bajarên ku di du erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereş bû pêk hat herî zêde hilweşandin pêk hat Hatay bû. Ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng hatin kirin, bi hezaran kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Bi nêzîkbûna salvegera erdhejê re, heta niha çarenûsa bi dehan kesên winda bûne nayê zanîn û mexdûrên erdhejê jî di kon û konteyniran de di bin şert û mercên zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Jin jî di kon û konteyniran de hewl didin bi piştevaniya jinan li dijî zehmetiyan li ber xwe bidin. Kooperatîfa Jinan a Rimmen a ku piştî erdhejê ji aliyê dilxwazên Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê ve li Antakyayê hat avakirin jî ji bo xurtkirina jinan a aborî û derûnî xebatên xwe berdewam dike. Kooperatîfa ku xwe gihand bi hezaran jinan, têkildarî ciwan û zarokan jî xebatan dimeşîne.

'Piştî ku me hilberînê dît dest bi xebatên kooperatîfê kir'

Yek ji dilxwazên Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Cansel Aslan, diyar kir bi kooperatîfa bi navê Rîmmen ku bi Erebî tê wateya "hinar" ku sembola bereketê ye ava kirine, piştevaniya xwe ya bi jinan re didomînin.

Cansel Aslan, anî ziman ku piştî erdheja 6'ê Şibatê bi ji nûve avakirina bajar re ji bo jin ji aliyê aborî û derûnî ve bibin xwedî hêz ketine nava lêgerîna rêbazek û diyar kir ku piştî li bajêr hem di warê tekstîlê de hem jî di warê xurekê de hilberînên jinan dîtine, dest bi xebatên xwe yên kooperatîfê kirin.

'Ji bo hilberîn bibe riya aborî me biryara kooperatîfê da’

Cansel Aslan, destnîşan kir ku ji bo hilberîn ji bo jinan re bibe riya aborî, ji ber şêwazek hilberîna wekhev, adil û kolektîf, kooperatîf hilbijartîne û wiha got: “Em niha li Antakya, Defne û Samandagê li 3 qadên cuda xebatê dimeşînin. Ji aliyekî ve em hewl didin metbexa xurekê ava bikin. Her wiha em bi jinên ku di qada tekstîlê de dixebitin re jî ji bo jêhatibûnên xwe yên dest zêde bikin, xebat dimeşînin. Di rastiyê de armanca me ew e ku di pêvajoya ji nûve avakirinê de ji bo jin beşdarî jiyana civakî bibin û di warê aborî û derûnî de xwe bihêz dikin riyan vekin. Li herêma ku em lê dijîn, di erdhejê de hilweşandinek mezin çêbû. Hem di aliyê derûnî de hem jî aliyê madî de pêwîstiya mirovan bi pêşketinê heye.”

'Em dixwazin fikaran û bêhêvîtiyê ji holê rakin'

Cansel Aslan, diyar kir ku xebatên bi hevgirtinê re dikin xwedî hêza başkirinê ye û destnîşan kir di vê pêvajoyê de ne ji aliyê rêveberiyên xwecihî û ne jî ji aliyê hikûmeta navendî ve ji bo ji nû ve avakirinê gavek cidî nehatiye avêtin. Cansel Aslan, bal kişand ku ev rewş bi mirovan re fikarek zêde ya bêhêvîtî û tunebûna pêşerojê ava dike û wiha got:

“Ji bo derbaskirina vê yekê bi qasî ji destên me tê em bi jin, zarok û ciwanan re xebatan dimeşînin. Kooperatîf jî perçeyek xebatên ku em bi jinan re dikin e. Li aliyê din me li Serinyoluyê “qada dostên zarokan” ava kir. Em dixwazin vê li Samandagê jî ava bikin. Me li Defneyê jî navendek zarokan ava kir. Em hewl didin ji bo hêviya pêşerojê kêm nebe, di pêvajoya avakirinê ya ji îro heta sibê de mekanîzmayeke ku hemû kes xwedî gotin bin, ava bikin. Ez dikarim bibêjim ku hemû xebatên li vir ji aliyê dilxwazan ve tên meşandin.”

‘Qadek taybet a aydê jinan nîn e’

Cansel Aslan, destnîşan kir ku bi navê kêmkirina barê jinan xebateke bi vî awayî dimeşînin û dê berdewam bikin û da zanîn ku hewl didin qadên ku jin xwe li wan baş hîs bikin ava bikin. Cansel Aslan, bal kişand ku beriya erdhejê jî jiyana jinan gelekî zehmet bûye û wiha axivî:

“Em di civakeke baviksalarî de dijîn. Bi rastî em dixwazin jinên ku piştî erdhejê barê wan zêde bûye, di lênêrîna zarok, kal û pîr û keda malê de kedê didin bi hêz bikin. Li vir barê hemû saziyên ku piştî erdhejê nexebitîn jinan hilgirt. Bi derengketina perwerde û pergala tenduristiyê re ev hemû kar ketin ser milên jinan. Jin di kon û konteynirên ne hîjyen de jiyana xwe bidomînin. Qadeke taybet a aydê wan tune ye. Barê van hemûyan jin hildigrin. Ji ber ku em dizanin civakek ku jin di nav de bi hêz bin û xwe baş hîs bikin dê bi hêztir be, em bi jinan re hem der barê xebatên hilberînê de hem jî tenduristiyê de civînên agahdarkirinê li dar dixin û em ê van civînan bidomînin.”