Ji bo Hanîfe Arslan rapora ‘dikare gitî bimîne’ hat dayîn

Ji bo girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan ji nûve rapora ‘dikare girtî bimîne’ hat dayîn.

Wan -Girtiya nexweşa giran ya 76 salî Hanîfe Arslan, pirgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî û tevî hemû hewldanan nayê berdan.  Hafîne Arslan ku nexweşa KOAH, tansiyona bilind, mîde û gelek nexweşiyên wê yên din heye, tevî hemû hewldanên malbatê nayê berdan.

Malbat û parêzeran di 26’ê Çile de dîsa serlêdan kirin û Hanîfe ji nûve birin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerde ya Wanê. Lê nexweşxanê ji bo Hanîfeyê  rapora ‘dikare girtî bimîne’  da.