Jinên Amedê bi biryar in ku bi coşa 8'ê Adarê biçin 31'ê Adarê

Jinên ku li Amedê tevlî mitînga 8'ê Adarê bûn, anîn ziman ku li qadan bi jinan re moral û coşek mezin dide wan û da zanîn ku ew ê bi vê kelecanê biçin 31'ê Adarê û qeyûmên ku ji nasnameya jinan û Kurdan re dibin astengî ji bajarê xwe bişînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahî û Meşên Şevê yên li qadan dan û banga têkoşîna hevpar kirin. Gotina hevpar a jinên ku daxwaz û biryardariya xwe dianîn ziman girtina pankart û dirûşma jî 'Jin jiyan azadî' bû.

Yek ji bajarên ku tevlibûn lê zêde û bi coş Amed bû. Di rojava jinên bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi dirûşma "Bi Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" li Qada Îstasyonê ya Amedê li hev civiyan de, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hebûn. Jinên ku qeyûman ji nasnameya jin û Kurdan re wek mudaxeleyek dibînin, bi biryar in ku coşa 8'ê Adarê bibin 31'ê Adarê û qeyûman bişînin.

Me biryardarî û coşa li herêmê serwer bû ji jinên beşdarî çalakiyê bûn, pirsîn.

'Me hem ji pergala mêrsalar û hem jî ji qeyûman re bersivek xurt da’

Aysima Mihriban Mehtap Aslan a li qadê wêneyên 2 hevalên xwe yên ku ji aliyê merên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin hilgirt, da zanîn ku ji jinên hatine qetilkirin beşdarî 8ê Adarê bûye. Aysima Mihriban Mehtap Aslan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Em jin her roj rastî qirkirinê tên. Em hewl didin weke bindestên bindestan jiyana xwe berdewam bikin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê civakî ve keda me tê xwarin. Jin li vir li hev dicivin û dixwazin hem ji qeyûman hem jî ji hikûmet û hem jî ji pergala mêrsalar re bibin bersivek. Ev hevgirtina me jî wê her dem bidome. Em ê her dem li vê qadê bînin ziman. Ez îro pir kêfxweş û bi coş im. Dema ez bi jinan re tevdigerim, pir kêfxweş dibim. Ev rewş min zêdetir xurtir û serhildêr dide hîskirin. Bi salan e li herêmê hem li dijî nasnameya me ya neteweyî hem jî li dijî nasnameya jinan polîtîkayên qeyûm tên meşandin. Em ê bi pergala hevserokatî û hevgirtina gelan re di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin. Em ê qeyûman bişînin bajarên wan û em ê bi ser bikevin. Em ê vê coş û hêviyê her dem bidin jiyîn."

'Em di hemû qadên jiyanê de azadî aştî û yekitiyê dixwazin'

Rûken Yaşar jî da zanîn ku pergala serwer a mêr wê bi rêxistinbûna jinan tune bibe û wiha got: “Jinên ku aştiyê xwestin û têdikoşiyan hatin qetilkirin. Em jî îro ji bo nûnertiya wan bikin û wan  bi bîr bînin hatin li vir. Em aştiyê dixwazin û li dijî êrîşên heyî têdikoşin. Em di hemû qadên jiyanê de azadî, aştî û yekitiyê dixwazin.  Qeyûm ji bo me heqaret in. Ne me û ne jî îradeya me nas nakin. Lê em ê di vê hilbijartinê de bi yek destî qeyûman bişînin bajarên wan.”

‘Jin dê pergala serwer a mêr hilweşînin’

Şevîn Turan, a ku beşdar bûbû jî diyar kir ku ew ê coşa li qadên 8'ê Adarê bibin hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, anî ziman ku coşa li herêmê moralek mezin daye wê û wiha got:

“Ez ji bo ku li vir im pir bi heyecan û kêfxweş im. Em ji bo azadiya jinan û jiyana wekhev li vir in. Li welat her roj jin tên qetilkirin û tundiya li dijî wan di astekî nayê rawestandin de ye. Erka me hemûyan e ku em bibêjin 'raweste.' Divê em jin li dijî van qetlîman her dem li qadan bin. Jin mil bi mil hîn zêdetir bi hêz dibin. Heta ku em bi hev re bin, feraseta serwer a mêr nikare me bitirsîne. Divê em her dem li ber xwe bidin û şer bikin. Jinan beriya me jî ji bo azadiyê têkoşiyan, em jî mîrasa wan didomînin. Divê em her dem birêxistinkirî bin. Em ê weke jinên Kurd bi coşa 8’ê Adarê biçin ser sindoqan. Qeyûm ji bo bajar û nirxên me heqaret in. Em ê şaredariyên xwe paşve bigrin.”

'Divê em xwe bi rêxistin bikin'

Gulhan Tekîn jî diyar kir ku coşa li qada mîtîngê wê derbasî sindoqan jî bibe û wiha got: “Keda jinan bi sedan salan e tê xwarin. Em her sal bi coşa ku em ê vê kedxwariyê tune bikin tên. Ew moralek mezin dide me. Divê jin piştgirî bidin hev. Bi vî awayî em dikarin têkoşîna heyî mezintir bikin. Divê em xwe bi rêxistin bikin. Tundiya heyî ne qedera jinan e. Em ê li dijî vê tundî û komkujiyan derkevin. Em ê biçin ser sindoqan. Vê coşê, me kêfxweş kir. Ez bawer im ev moral û motîvasyon wê derbasî sindoqan jî bibe.”

'Em dixwazin aştiya civakî pêk were'

Zeynep Ekicî jî diyar kir ku divê tundî û zexta heyî bi dawî bibe, ew yekitî û hevgirtin û azadiyê dixwazin û wiha got: “Em aştiya civakî dixwazin. Êdî bes e, bila ev zilm bi dawî bibe. Divê jin neyên qetilkirin û rastî tundiyê neyên. Em ê her dem li dijî wan dengê xwe derxin. Yên di di hilbijartinan de bi ser bikevin jin in. Wê îradeya me derbasî sindoqan bibe û em ê qeyûman bişînin."