Jinên Amazigh hewl didin çanda xwe ji tunebûnê biparêzin

Ji Komeleya Çandê ya Amazigh a Tûnisê Mabrouka Tawjounî diyar kir ku jinên Amazigh di parastina çanda xwe de xwedî roleke girîng in û destnîşan kir ku jinên Amazigh dî dorêkê de bi aliyên xwe yên şervan tên nasîn.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tunus- Şêniyên Amazigh yên li başûrê Tûnisê, her sal di 13’ê Çileyê de sala Amazigh pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de cilên gelerî yên girêdayî çanda Amazigh li xwe dikin, xwarinên cur be cur ên çanda xwe didin nasîn. Di salên dawî de hinek jinên aktîvîst ên li Tûnisê, piştgiriya jinên ku çanda Amazigh diparêzin dikin. Bi ji nûve zindîkirina vê çand û kevneşopiyê; rê li ber tunebûnê digrin.  

Ji Komelya Çandê ya Amazigh a Tûnisê Mabrouka Tawjounî diyar kir ku jinên Amazigh di parastina çanda xwe de xwedî roleke girîng in û wiha got: “Hebûna jinên Amazigh di vê çandê de, li Tûnisê ne bûyerek nû ye, gelek kevn e. Jinên Amazigh endamên aktîf ên civakê temsîl dikin. Li gel mêran di her qadê de wekhev tên dîtin, di karên çandinî, seramîk, nexşandin û çêkirina tevnan de dixebitin. Bi zimanê Amazigh diaxivin û zarokên xwe jî teşwîqî vê yekê dikin. Em dikarin bibêjin ku beşek mezin a vê çandê diparêzin.”

‘Çand ji aliyê jinan ve tê jiyandin’

 Mabrouka Tawjounî da zanîn ku ji bo girîngîdayîna mîrasa Amazigh alîkarî dide jinan û got: “Jinên Amazigh herfên Amazigh di hunerên dest ên weke mehfûran de dinexşînin, di heman demê de cilên gelerî yên wan bi xwe li xwe dikin û bi deqên li ser rû, ling û destên xwe nexş dikin, çanda xwe diparêzin. Ji demê Neolîtîk heta roja me ya îro ji zimanên gelek şaristaniyên berê cuda zimanê Amazigh hê diaxivin û belgeya vê ya herî mezin ew e ku ev çand ji aliyê jinan ve tê jiyandin.”

Jin di cihên biryardayînê de cih digrin

Mabrouka Tawjounî, bal kişand ku jinên Amazîghê di nava civaka xwe de gihîştine cihekî girîng û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di civaka xwe de gihîştine cihê biryardayînê. Jinên Amazighê di tevahiya dîrokê de bûne şervan, qralîçe û lîder. Navê gelek jinên wek Qralîçeya Avrasyayê Dehya ku di çavkaniyên dîrokî yên Ereb de wek zana tên bibîranîn, bûye nemir. Rahîbeyek ku bi wêrektî û hêza xwe pir tê naskirin e. Li dijî Romayiyan li ber xwe da û wan di çeperên ji yekê zêdetir de têk bir û deh salan hukum kir. Di êrîşa ku ji aliyê Hasan Bin El Numan de hat destpêkirin de hat qetilkirin.”

'Em ji azadiya kesên din re jî rêz digrin'

Mabrouka Tawjounî, destnîşan kir jinên Amazighê di qadên perwerde, tendirustî, ragihandin, çand, daraz û hiqûqê de serwerî û jêhatîbûna xwe îsbat kirine û di dawiya axaftina xwe de da zanîn civaka Tûnisî jinên Amazighê bi mafên wan re wek endamek civakê qebûl dikin. Mabrouka Tawjounî, wiha got: “Em bi kevneşopî û zimanê xwe ve cuda ne. Em ji cudahî û azadiya kesên din re jî rêz digrin. Lewre em di entegrebûna civakê de zehmetiyan dikşînin.”