Jinên Afganî li dijî Talîbanê ne: Li pişt vê şeva tarî ronahî heye
E'zem Qenberî diyar kir ku tevî endamên Talîbanê hatine cihê karê wê û bi gotin û awirên xwe gef lê xwarine jî, karê xwe berdewam dike û ji jinan re vê peyamê da: "Berdewam bikin û pêbawer bin ku li pişt vê şeva tarî ronahî heye."
BAHARÎN LEHÎB
Kabul – Li Afganistanê bi desteserkirina Talîbanê ya rêveberiya welat re jiyana jinên kedkar jî guherî. Yek cihên karsaziyê ya aîdê van jinan îflas kir. Jin neçar man welat biterikînin, yên mayî jî di nava tirsê de hewl didin karên xwe bidomînin.
E'zem Qenberî zêdetirî pênc sal in wek pispor di warê kuafor û kozmetîkê de dixebite û her wiha xwendekar jî perwerde dike. E'zem Qenberî diyar kir ku piştî hatina Talîbanê ya rêveberiyê dikana wê pir biçûk bûye û wiha got; "Beriya niha em ji bo xwendevanan fêrî kuaforiyê bikin ji Îranê mamosteyên vedixwend. Bi rêveberiya Talîbanê re qada me gelek biçûk bû.”
‘Li pişt vê şeva tarî ronahî heye’
Her wiha E'zem Qenberî balkişand ku endamên Talîbanê tên cihê kar û bi gotin û awirên xwe gef li wan dixwin û wiha got: "Ez di civakeke baviksalar de dijîm. Karê min ne karekî hêsan e. Dema her yek ji wan dikevin dikana min, bi awir û tevgerên xwe min biçûk dixin û kêm dibînin. Ez dîsa jî ji ber karê xwe hez dikim hêj karê xwe berdewam dikim.”
E'zem Qenberî herî dawî ji jinên kedkar re ev peyam da: "Li hemberî tu heqaret, biçûkxistin û zextan serî netewînin. Berdewam bikin û pêbawer bin ku li pişt vê şeva tarî ronahî heye."