Jinên Şengalê bertek nîşanî êrîşa li ser rojnamevanan dan

Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk ê li ser rojnamegeran şermezar kirin û helwest nîşan dan.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxê de li ser riya Qamişlo-Amûdê wesayîda JIN TV bomberan kir. Di encama êrîşê de Necmedîn Feysel Hec Sînan ku xebatkarekî qenalê bû jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delal Egîd birîndar bû. Li ser êrîşê ji her aliyê nerazîbûn tên nîşandan. Jinên ji sazî û dezgehên rêveberiya xweser a Şengalê jî nerazîbûna xwe ya li hemberî van êrîşan anîn ziman.

‘Li ser xwîna me bazarî tên kirin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Zozan Simo li ser êrîşê û armanca wê ji me re axivî û wiha got: “Êrîşên li ser Rojava û Şengalê didomin her dem di hedefa êrîşan de rojnamevanên me hene. Her dema ku Iraq û Tirkiye hevdîtinan dikin êrîşê Rojava û Şengalê dikin. Rojnamevanên me dikin hedef ji bo ku deng û rengê me negihîje cîhanê. Şehîd Nûjiyan mînaka berbiçav bû ku di fermana 2014’an de çûbû şengalê, rastiya wê fermanê, êşên me hemû ragihandin. Lê mixabin dîsa dijminê hov, ew kir hedef û şehîd xist.”

‘Pêşengên me hedef tên girtin’

Zozan di berbewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa li ser rojnamevanan û wiha got: “Duh jî êrîşê rojnamevanên me yên li Rojava kirin. Şehîd çêbûn di heman demê de birîndar jî hene. Li ku rojnamevanek hebe, deng û reng û rastiyê radigihîne dibe hedef. Li Şengalê Nûjiyan kirin hedef. Îro jî li Rojava rojnamevanan dîsa dikin hedef. Di nava Êzidiyan de rojnamevan berê tunebûn. Ji bo wê jî tu kesê dengê me nedibihîst û me nas nedikir lê piştî fermanê ragihandina me ava bû, deng û rengê me belav bû. Ji bo wê jî îro tên hedefgirtin. Her dem pêşengan hedef digrin.”

‘Keçek me şehîd bibe dê bi dehan bikevin cihê wê’

Endama Koordînasyona TAJÊ Zozan Simo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew cihê şehîdan vala nahêlin û wiha got: “Heta ku keçek me hebe û bibe hedefa êrîşan, em ê bi dehan keçên din bixin şûna wan. Rast e em bi şehîdan pir diêşin lê em bi wan serbilind in jî. Bila dijmin baş bizanibe, ger keçek şehîd bibe wê bi dehan keçên me bikevin şûna wê.”

‘Ji ber ku rastiyê derdixin holê dibin hedef’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Tewrê Xelef jî bal kişand ser êrîşa li ser rojnamevanan û wiha got: “Êrîşê rojnamevanan dikin, ji ber ku ew rastiyê derdixin, rastiyê teswîr dikin. Ji bo wê jî êrîşê wan dikin. Lê bêguman çendî şehîd jî hebin wê ewqas cihê wan bê dagirtin. Her kes dibîne, piştî hevdîtina di navbera Iraq Tirkiyeyê û mala Berzanî de êrîş li ser Rojava çêdibin. Em van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin.”