Jinên Îranî piştgirî dan Partiya Çepên Kesk
Jin û hunermendên Îranî, ji bo Partiya Çepên Kesk, fîlmê anîmasyon amade kirin. Jinan bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” bang kirin û gotin ku ew rêhevalên Jînayê ne, piştgiriya xwe diyar kirin.
Navenda Nûçeyan- Kolanên Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bûne cihê çalakiyan. Gelê ku daxwaza mafên xwe dike, tevî hemû zextên dewletê jî dest ji kolanan bernade.
Serhildana “Jin, jiyan, azadi” bala hemû jinên cîhanê dikşîne û piştgiriyê dibîne. Jin û hunermendên Îranê jî di çarçoveya kapanyaya hilbijartinê de ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyon amade kir.
Di anîmasyonê de, jinek ji pelên darê yên şîn dibin çêdibe, di destê wê de flamaya mor, bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” dimeşe. Jina ku li dijî hêzên rejîmê radiweste, ber bi dara ku hemû pelên wê hêşîn bûne ve dibeze û di encamê de dara ku şîn dibe vediguhere logoya Partiya Çepên Kesk
Jinên Îranî di dawiya fîlmê anîmasyon de peyama “Em rêhavalê Jîna Emînî ne” dide.