Jînên Îranê li dijî qedexeya hîcaba bi zorê meydanê dixwînin

Li Tahranê jin li cade û istasyonên Metro û cihên ji gel re vekirî hîcaba xwe ji serê xwe derdixin û digerin, li dijî qûrala hîcaba bi zorê ya Komara Îslamî ya Îranê derdikevin.

ATÎFE MERÛFÎ

Tahran- Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî di meha 8’an de berdewam dike. Hikumeta ku dixwaze serhildana gel bi tepisîne, ji darvekirinê bigre, îşkence, girtin û qetilkirin hemû rêyên zextê bi kartîne. Serhildana gel ku bi pêşengtiya jinê destpêkirî bandorek mezin da avakirin. Jinên ku li dijî qûrala hîcaba bi zorê ya Komara Îslamî ya Îranê derdikevin li her qada ku lêne çalakiyan li dardixin.

Jin êdî li her derê bê hîcabin

Xwendekara bi navê Mehsa Hasseinzadeh ya li Tahranê jiyan dike wiha got: “Piştî Jina Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin, li her derê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşemya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest bi çalakiyan kirin. Piştî xwepêşandanan êdî jinan hîcab nexist serê xwe, li rûxmê ku hemû cih bi hêzên taybet tije ye jin li kolan, metroyan, kafeyan bê hîcab  digerin. Dema hêzên taybet bixwazin jinekê derb bikin wê gavê meşa protestokirinê destpê dike. Niha piraniya jinan  bê hîcab diçin nava civakê.”

‘Di metroyê de me dirûşme berz kirin’

Gazala Ehmedî ku di kampanyek taybet de di xebite der barê tiştên ku hatî jiyan kirin de wiha got: “Tu jinên ku di kampanya me de di xebitin hîcaba bi zorê naxin serê xwe. Rojekê dema em vedigeriyan malê me di metroyan de dirûşme berz kir. Hêzên ewlehiyê di metroyê debûn û hatin em derb kirin, herçendî ez ne li pêş jî bûm derbeyek li serê min ket.”

 Rêveberiya avahiyê zextê li xwediyê restorantê dike

Asal Mardakanî ku di restorantekê de di muhasebeyê de dixebite tiştên ku jiyan kirî wiha anî ziman: “Gelek jinên ku tên restorantê hîcabê naxin serê xwe. Niha rêveberiya avahiyê zextê li xwediyê restorantê dike. Rêveberiya avahiyê gefên ku ewê kamereyan qontrol bikin û ger jin bê hîcab bikevin restorantê wê restorentê bigrin dikin. Carekê hatin gotin ‘yan hûnê ruşvetê bidin yan jî em ê restorantê bigrin.’ Piştî ji xwediyê restorantê veşartî pare girtin çûn.”