TAJÊ: Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tekoşîna xwe bilindtir bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê jina kurd Jîna emînî di salvegera 3’emîn a qetilkirina wê de bibîranî û got; “Em ê bi rihê jin, jiyan, azadî tekoşîna xwe mezintir bikin.”

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di salvegera 3’yemîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de, bi daxuyaniyeke li Geliyê Kersê yê Baxçê Rêber Apo, wê û şoreşa Jin Jiyan Azadî bibîr anî. TAJÊ di daxuyaniyê de got: “Em ê bi rihê Jin Jiyan Azadî tekoşîna xwe mezintir bikin.”
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên TAJÊ hate lidarxistin û ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate xwendin. Rîham Hico, Jîna Emînî û kesên di serhildana Jin Jiyan Azadî de hatin qetilkirin bibîr anî.
‘Jin bi rihê Jin Jiyan Azadî li ber xwe didin’
Rîham Hico di axaftina xwe de wiha got: “Em şoreşa Jin Jiyan Azadî li tevahî jinên cîhanê, dayikên şehîdan, hevjînên şehîdan, mîmarê azadiyê Rêber Apo, civaka Êzidî û hemû Şengalê pîroz dikin. Berî sê salan, jina Kurd Jîna Emînî, dema ku ji Seqizê ber bi Tehranê diçû, ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve bi îşkenceyeke giran hate qetilkirin, tenê ji ber ku porê wê xuya bû. Di şexsê Jîna Emînî de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî cîhanî bû. Jinên cîhanê xwedî li Jîna Emînî derketin û vê felsefeyê ji xwe re kirin çavkaniya tekoşînê. Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê sînorên Îranê û Rojhilata Navîn derbas kirin, ji Kurdistanê ber bi cîhanê belav bûn. Ev felsefe bû pirek di navbera jinên cîhanê de. Îro jin bi vê dirûşmeyê li dijî hêzên desthilatdar têdikoşin. Sekna Jîna Emînî ji bo azadiya jinê û nirxên wê bû. Rejîma Îranê ji hêza jinê ditirse, lê nedizanî ku têlekî porê Jîna Emînî wê yekîtiyê çêbike û şoreşekê biafirîne.”
‘Fermana 3’ê Tebaxê bi heman zihniyetê pêk hatibû’
Rîham Hico destnîşan kir ku fermana li dijî jinên Êzidî ya 3’ê Tebaxê berhema heman zihniyeta qetilkirina Jîna Emînî ye û wiha dewam kir: “Ev şoreş, şoreşa heqîqet, ronahî, wekhevî û hezkirinê ye; li dijî tarîtî û neheqiyê ye. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi hêza jin û ciwanan bi rêve çû, ji ber ku Jîna Emînî hem jin hem jî ciwan bû. Ev rastî nîşan dide ku şoreşên mirovahiyê bi hêza jin û ciwanan têne avakirin. Kes nikare dengê jina azad, maf û rastiya wê têk bibe. Li Şengalê, wekî jinên Êzidî, me heman êş jiyaye. Fermana 3’ê Tebaxê berdewama heman zihniyetê bû. Êşên me yek in, dermanê me jî yek e. Çawa ku êrîşên li ser me ji heman zihniyetê ne, parastina me jî yek e. Bi yekîtî, destêhevgritina jinan, û hezkirina hev, em dikarin li dijî her zihniyetê bisekinin, çi bawerî, welat an çandê be.”
Di dawiyê de, Rîham Hico bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derkevin û got: “Ev şoreş ya me hemûyan e. Bi vê dirûşmeyê, em ê parastina xwe bihêz bikin, rêxistina xwe xurt bikin, xwe perwerde bikin û dengê xwe li her devera cîhanê bidin bihîstin. Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tekoşîna xwe bilindtir bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.