Jinan xwest çawişê pispor were girtin

TJA’yê li Nisêbînê berdana çawişê pispor Eyup K. yê ku dest dirêjî çar zarokan kiribû bi meşekê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî berdana çawişê pispor Eyup K. ê ku li Nisêbînê dest dirêjî çar zarokan kir, li Stîlîliya Nisêbînê, daxuyanî da û meş li dar xist. Dayikên Şemiyê, Aktivîstên TJA'yê, Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, parlamentera HEDEP'ê Bêrîtan Guneş û gelek jinên ji bajar tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Wê çeteyên tecawizkar hesab bidin’ hat vekirin. Daxuyaniya bi Kurdî Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci xwend.

 ‘Ev êrîşek sîstematîke’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Nisêbînê çawişê pispor Eyup K. di navbera mehên Nîsan û Tebaxê de dest dirêjî 4 zarokan kiriye û di rûniştina ewil a 31'ê Cotmehê de hatiye tehliyekirin. Şîndarê parastina parêzer kir û wiha hat gotin: “Li Kurdistanê bi sedan bûyerên wiha diqewimin. Ev yek jî bi awayekî sîstematîk li dijî jin û zarokên Kurdan tên kirin. Di 100'emîn salvegera Peymana Lozanê de li ser jinan polîtîkayên curbecur tên meşandin. Em bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan soza mezinkirina serhildanê didin.”