Jinan li ber deriye gritîgeha Sîncanê bang kirin

Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu, diyarkir ku Doza Kobanê li dijî têkoşîna jinan “doza tolhildanê” ye û got ku ewê wê dozê vale derxi û bi têkoşînê wê sûcê îktîdarê teşhîr bikin.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin daxuyanî da. Parlamenterên HEDEP’ê, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên ‘Xelasiya ji vê tarîtiyê gelek dûr nîne’ û ‘Em ê li hemberî dîktator serî netewînin’ hatin vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.

‘Li dijî têkoşîna jinan doza dijminatiyê ye’

Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de axivî û Doza Kobanê weke doza kompasê pênase kir û got: “Doza Kobanê di heman demê de ‘Doza tolhildanê’ ye. Doza dijminatiya li dijî têkoşîna jinê ye. Di heman demê de encama polîtîkayên zextê yên îktîdarê yên li dijî gelan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye. Weke jinên têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin, em şahidên polîtîkayên dijminatiya li dijî jinan a îktîdarê ne. Em şahidên polîtîkayên dijminane yên li dijî gelê kurd in. Her wiha em şahidên kompasa darazê ne.”

 ‘Parastina Kobanê ne sûc e’

Halîde Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku parastina Kobanê û têkoşîna azadiyê ya jinan sûc nîne û wiha got: “Dema mirov li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan, di heman demê de jiyan û mafê jiyanê parastin. Hemû cîhan xwedî lê derket. Heke mirov li dijî DAIŞ’ê ne têkoşe sûc e. Dijnederketina li dijî polîtîkayên DAIŞ’ê sûc e. Me tevan dît ku jinên êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di heman demê de em ê vê dozê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin. Ji bo ku desthilat ji ber sûcên xwe bê darizandin jî em ê vê dozê bişopînin.”