Jinan ji qada 1’ê Gulanê banga parastina sindoqan kirin

Jinên ku di 1’ê Gulanê de tevli mîtînga li Amedê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin piştî hilbijartinan çavên xwe li rojeke nû vekin û banga xwedîderketina li sindoqan kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ji ber 1’ê Gulanê cejna karkeran hema bibêje li hemû bajaran bi deh hezaran kesan qadên mîtîngan dagirtin. Li Amedê jî Qada Deriyê Çiyê ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat girtin. Hêzên ked û demokrasiyê yên di xwestin ji du aliyan ve bikevin qadê rastî astengiya polîsan hatin.

Bi hezaran kesên ku hatin qadê dirûşmên “Jin jiyan azadî” “Dê AKP hesab bide gel” “Bijî 1’ê Gulanê” avêtin. Mîtînga ku gelek jin beşdar bûbûn, bi gerandina govendê û daxuyaniya hevpar bi dawî bû.

‘Divê em xwedî li deng û sindoqên xwe derbikevin’

Jinên ku tevli mîtinga 1’ê Gulanê bûn têkildarî  hilbijartina 14’ê Gulanê hêviyên xwe anîn ziman. Endama Genel-Îş’a KESK’ê Semîha Guler bi gotinên: “Em ê di 14’ê Gulanê de ji bo azadî, demokrasî û edaletê helwesta xwe nîşan bidin” got ku di hilbijartinan de ew ê bi dengdayîna Partiya Çep a Kesk, dawî li pergala heyî, zext û zilmê bînin. Semîha Guler wiha axivî: “Em dixwazin keda gelan neyê xespkirin û beriya ku xwêdana eniya wan zuha bibe heqdestê xwe bigrin. Weke kedkar, ji bo em desthilatdariya heyî di sindoqê de têk bibin, em ê dengê xwe bidin. Em ê li deng û sindoqên xwe xwedî derbikevin. Em dixwazin hemû kedkar bibin yek, desthilatdariya AKP-MHP’ê di sindoqan de têk bibin û ji bo guherînê dengê xwe bidin.”

‘Divê ku ev pergal êdî biguhere’

Seroka Şaxa Amedê ya Komeleya Pîr Sultan Abdal Pir Sultan Abdal Ayfer Artan, got ku divê di hilbijartinan de ev pergal biguhere û diyar kir ku divê êdî pergala dewletê ya ku yekolî, yekzimanî û yekdewletiyê ya ku 20 sal in didome biguhere. Ayfer Artan wiha domand:

“Divê mirov dema diçin ser sindoqan hemû tiştan bînin ber çavên xwe. Cudakariya çînî, vederkirin, qetilkirina jin û zarokan her diçe zêde dibin. Divê em vê rewşa ku welat ketiyê bifikirin û biçin ser sindoqan. Divê her kes qetilkirina mirovan, rewşa ku welat ketiyê bifikire û biçe deng bide. Divê ev pergal di 15’ê Gulanê de biguhere. Ez hêvî dikim ku em ew roj çavên xwe bi guherîneke erênî vekin. Ji bo azadiya hemû hevalên me yên girtî, pêşeroja zarokan divê em di 14’ê Gulanê de çavên xwe li rojeke nû vebikin. Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu, di ya parlamenteriyê de jî dengê xwe bidin Partiya Çepa Kesk. Divê ku rejîma yekmirovî biçe.” 

‘Em pêvajoyeke ku kedkar dikarin mafên xwe bigrin dixwazin’

Zelal Uluk a ku di beşa tendirustiyê de dixebite got ku ew wek kedkar ji bo mafên xwe derketina qadan û diyar kir ku kedkar dixwazin pêvajoyeke nû ya ku bikaribin mafên xwe bigrin. Zelal Uluk wiha got: “Em dizanin ku dê kedkar li aliyê pergaleke ku bikaribin mafên xwe tê bigrin, bê rêkûpêk be cihê xwe bigrin. Ji bo vê jî em ê dengê xwe bidin Partiya Çepa Kesk. Em ê mafên xwe bi wê bigrin. Em bi hev re li ber xwe didin.”

‘Em tenê dixwazin keda xwe bigrin’

Kedkara malê Eylem Yavuz jî diyar kir ku di hilibjartinan de dê dengê xwe bidin Partiya Çepa Kesk û wiha got: “Ez wek wek jin, wek kedkar û wek dayik dixwazim êdî ev pergala heyî biguhere. Heviya me tenê Partiya Çepa Kesk e. Dê karker û kedkar qezenc bikin. Divê ev desthilatdarî êdî biguhere. Ez 7 meh ducanî me. Ji bo me û pêşeroja zarokên me divê ev pergal biguhere. Em tenê keda xwe dixwazin. Ev desthilatdarî dê bi yekitî û bihevrebûnê biçe.”