Jinan ji bo 8’ê Adarê serdana saziyan kirin

Bi boneya 8’ê Adarê platforma çalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li bajarê Hesekê, serdana saziyên jinan kirin û diyarî li wan belav kirin.

Hesekê – Platforma rêzeçalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26 Sibatê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêzeçalakiyên xwe ragihandibû. Li bajarê Hesekê û Til Temir Kongra star serdana saziyan kir û diyarî li jinan belav kir.

Di çarçoveya çalakiyê de jinan serdana Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatê Şehîdan, Meclisa Bajarê Hesekê, Hîlala Zêrîn, Peymangeha Bilind a Hunerê û Kargeha Xezil kirin û bi pîrozkirina 8’ê Adarê diyarî dan saziyên jinan.

Endama Kongra Star a bajarê Hesekê Hediya Mihemed a di koma jinan a serdana saziyan dike de amade bû wiha got: “Em ê ked, tekoşîn û berxwedaniya xwe bidomînin heya ku em bighêjin jiyanek azad û demokratîk.”

Endama Rêvberiya Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn Evîn Paşo jî bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “8’ê Adara îsal cudatir e, agahî û peyam ji rêberê me hat. Lewma em îsal bi kelecanek mezin pêşwaziya vê rojê dikin û bi îsrar in ku her roj bibe roja tekoşîn û berxwedanê li hemberî zilim û neheqiyê. Cara yekem di dîrokê de peymangehek bilind a hunerê ya jinan li cîhanê çêdibe. Ev yek ji deskeftiyên tekoşîn û berxwedaniya jinan a bi sala ye, ji bo mayîndebûna Şoreşa Jinan û temamkirina xelekên wê ev peymangeh hat vekirin. Em 8’ê Adarê pîroz dikin û soza dewamkirina xeta têkoşînê nû dikin.”