Meclîsa Îştar: Divê demildest gavên siyasî û hiqûqî werin avêtin
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî da banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê dewlet demildest gavên siyasî û hiqûqî werin bavêje.”

Mexmûr – Heyeta Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtina di 27’ê Sibatê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, banga dîrokî ji raya giştî re parve kir. Piştî wê li Kurdistan û dervey welat ji bo piştgiriya banga aştiyê gelek daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin meşandin.
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî bi daxuyaniyekê piştgirî da banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Daxuyanî li ber deriyê Meclîsa Îştar bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştar Ayten Kartal daxuyanî xwend.
‘Divê demildest gavên siyasî û hiqûqî werin avêtin’
Di destpêka daxuyaniyê de bal li ser hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kişandin û ev tişt hat gotin: “Her çiqas ji ber metirsî û berjewendiyên komara Tirk pêvajoya hevdîtinê dabin destpêkirin jî lê em dizanin ev hevdîtin di encama berxwedana Rêbertî de hatin pêkanîn. Rêbertî di hevdîtinên xwe de dibêje; ‘Ez dikarim pirsgirêkan di zemînên siyasî û hiqûqî de çareser bikim’ û li ser vî esasî di 27’ê Sibatê de nameya bi navê ‘Aştî û civaka demokratîk’ ji bo raya giştî ragihand.
Ji bo wê em wek Meclîsa Îştar pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin ku ji bo aştî û aramiya jin û gelan ragihandî, piştgirî dikin. Vê bangawaziyê wek firsendek dîrokî digrin dest û bi vê hesasiyetê tevdigerin. Em bang li dewleta Tirk dikin ku bi aqlê selîm tevbigerin û xwe ji guhertinên dîrokî re amede bikin. Ev banga ku Rêber Apo kirî divê demildest rayedarên dewleta Tirk bersiv bidin û divê çarçoveyê de gavên siyasî û hiqûqî bavêjin. Ji bo ku Rêber Apo divê pêvajoyê de rolê xwe yê dîrokî leyzi şert û mercên Rêbertî werin guhertin û mafê hêviyê were bicihanîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.