Jinan bertek nîşanî polîtîkayên guhertina demografîk dan

Jinên koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin diyar kirin ku li Efrînê siyaseta guhertina demografiya herêmê tê meşandin, çand û hebûna Efrînê tê bişaftin û windakirin ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên dirêdayî wê ve di 18'ê Adara 2018'an de, roj ji roj kiryar û siyaseta guhertina demografîk li ser herêmê tên meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda rastiya dagirkeriya xwe li Efrînê vedişêre, di bin navê pêşkêşkirina alîkariyan ji bo gel re siyaseta guhertina demografîk dide meşandin.

Dagirkeriya Tirk bi avakirina yekîneyên niştecihî û bicihkirina malbatên ji derveyî şêniyên Efrînê, malbatên ji Idlib, Bab, Cereblûs û malbatên çeteyan ji Xûtayê, siyaseta qirkirinê li ser gelê herêmê û hebûna wê dimeşîne. Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê avakirina yekîneyên niştecihî li Efrîna dagirkirî, zêdetirî 42 yekîneyên niştecihî ne. Avahî û kamp li seranserê gund û navçeyên kantona Efrînê hatine avakirin. Ev yek jî bi alîkariya komeleyên Kuweyt, Qeter û Filistîn, Ereb 48 tên kirin. Li kêleka wê rojane dîroka Efrînê tune dike û hebûna dagirkeriya xwe li wir ferz dike. Der barê siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk a guhertina demografiya Efrînê de, jinên Efrînî yên koçî wargeha Berxwedan a li Şehbayê bûne ji ajansa me re axivîn.

'Siyaseta guhertina demografiya herêmê didin meşandin'

Şehînaz Omar destnîşan kir ku dagirkerî, li Efrînê siyaseta guhertina demografîk û qirkirinê zêdetir dike û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya qirkirina gelan û guhertina demografiya herêmê her diçe zêdetir dike. Dixwaze bi vê yekê hebûna dagirkeriya xwe li herêmê bide ferzkirin û dîroka Efrînê tune bike. Heya navê gund û kolanên ku Efrîn pê tên nasîn diguherîne û navê Tirkî li şûna datîne, xweza û çiyayên Efrînê bi temamî dişewitîne. Efrîna ku bi xwezaya xwe dihat nasîn niha bûye bajarekî hişk û zuha. Ev yek jî rastiya siyaseta tunekirin û pişaftina dîroka herêmê nîşan dide. Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye lê bi darê zorê gel bi nasnameya Tirkî li wir tevdigere, nasnameya Kurdî û Sûriyeyî li wir hatiye helandin. Divê rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî tev bigerin, li Efrînê nasnameya neteweyek tê pişaftin."

'Çand û hebûna Efrînê tê bişaftin'

Zekiye Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê nasname û hebûna herêmê diçewisîne û wiha pê de çû: "Em niha di wargehan de dijîn ji ber Şehba herêmek biçûk e lewre kamp bi hêviya vegera Efrînê hatin avakirin lê dewleta Tirk a dagirker kampan li Efrînê ava dike bi armanca tunekirina nasnameya herêmê, malbatên ji derveyî Efrînê tê de bi cih dike û gelheya Ereb û Tirk li Efrînê zêde dike ji bo ku gelheya Kurd her biçe kêm bibe û bê pişaftin. Bi destekdayîna komeleyên Qeter û Kuweytê, yekîneyên niştecihî tên avakirin li Efrînê. Her wiha Efrîn bi cil û bergên xwe yên Kurdî û çanda xwe dihat nasîn. Niha cilên reş û dirêj li ser gel didin ferzkirin bi taybetî li ser jinan û çanda wan a resen hêdî hêdî tê helandin. Li kêleka wê li Efrînê bi hezaran salan dar ji hêla dayik û dapîrên me ve hatibûn çandin û dîroka herêmê vedigotin lê Erdogan û çeteyên wî hemû dar û berên Efrînê qut dikin û dişewitînin. Mayîna me ya li Şehbayê û di nava kampên koçberiyê de ji bo hêviya vegera bi rûmet e."