Jina ciwan a Seqizî bi afrîneriya xwe madalyaya zêr a cîhanî girt

Jina ciwan a afrîner Negîn Husênî ya ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ye, di 6’emîn pêşbirka navneteweyî ya afrînerî û nûbûnê ‘IFIA INV’ a li Swîsreyê de, bi çêkirina ‘dîwarê jîr’ ku germahiya hundir kêm dike, madalyaya zêr a cîhanî bi dest xist.

Navenda Nûçeyan – Jina ciwan a  afrîner Negîn Husênî ya ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê xelata Zêrîn a navneteweyî ya afrîner û nûbûnê wergirt. Malpera Jinên Hişyar a Seqizê têkildarî vê yekê agahî da. Malperê da zanîn ku Negîn Husênî ya Afrîner a ji Seqizê bi afrîneriya ‘dîwarê jîr’beşdarî pêşbirka li Swîsreyê di 6’emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Afrînerî û Nûbûnê (IFIA INV) de bûye û madalyaya zêr girtiye.

Malperê diyar kir ku ev Pêşbaziya Navneteweyî di Tîrmeha 2026’an de bi awayek onlîne li navenda Konseya Federasyona Navneteweyî ya Dahêneran a li bajarê Cenevreyê hatiye lidarxistin.

Ev berhem ji sedî 60’ê germahiya hundirîn kêm dike

Berhema Negîn Husên dîwarek du alî ye ku germahiyê bi rêk û pêk dike û bi karanîna madeyê nano û guherîna qonaxa (PCM) dixebite. Ev sîstema nû bêyî ku pêwîstî bi ceyranê hebe, rasterast germahiya hundirê malê tekûz dike, guherînên germahiya hundirîn ji sedî 60 kêm dike.

Malperê destnîşan kir ku teknolojiya ku dosta jîngehê ye, wek panelên pêşketî tê çêkirin û di hemû malên niştecîh û pîşesaziyan de tê bikaranîn. Ew mezaxtina enerjiyê di pergalên sarinc û germkirinê de ji sedî 25 heta sedî 30’a kêm dike.

Bidestxistina xelata Federasyona IFIA’yê, ji bo pêşxistina zanistê û kêmkirina xerckirina enerjiyê ya li seranserê Kurdistan û cîhanê, destkeftek teknolojiyê ya girîng û kampanyayek xurt e.