Ji jinên Wanê banga têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişber
Jinên li Wanê, li dijî zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, banga xurtkirina têkoşîna civakî kirin. Jinan, ji bo ciwanan banga zêdekirina çalakiyên civakî, çandî û ji bo têkoşîna li dijî tiryakê avakirina navendên rehabîlîtasyonê kirin.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li bajarên bakurê Kurdistanê, wekî encamek polîtîkayên şerê taybet, bi taybetî di nava ciwan û jinên ciwan de bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe. Bi pirsgirêkên civakî û aborî re xeterên nû jî bi xwe re tîne.
Platforma Şiyar Be ya li gelek bajarên Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê hat damezrandin jî herî dawî di çarçoveya kampanyaya "Rabin" dest pê kir de, xebatên xwe yên qadê û hişyarkirinê didomîne.

Endama meclîsa Şaredariya Riya Armûşê Elîf Şeker, bal kişand ser xebatên ku di şaredariyê de tên kirin û anî ziman ku hewl didin bi taybetî li taxên ku weke “xalên kor” tên hesibandin, xebatê bimeşînin. Elîf Şeker wiha got: "Em ê bi armanca sînordarkirina bikaranîna madeyên hişbir û fuhûşê, xebatên xwe yên ji bo zêdekirina van cureyên çalakiyan bidomînin. Em ê li dijî madeyên hişbir û fuhûşê bisekinin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
Jinên ciwan tên hedefgirtin
Endama meclîsa Şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk, diyar kir ku madeyên hişbir amûra herî belavbûyî ya polîtîkayên şerê taybet e û wiha axivî: "Bi taybetî di nava ciwanan de bikaranîna madeyên hişbir pir belav bûye û armanc bi vê yekê ew e ku ciwanan û bi taybetî jî jinên ciwan, ji civakê veqetînin. Em dizanin ku dewlet li dijî firotina madeyên hişbir polîtîkayeke cidî bi pêş naxe û mixabin polîtîkaya bêcezatiyê pêk tîne. Mixabin li dijî firotin an jî bikaranîna madeyên hişbir, cezayên bandorker nîn in. Dema ku em bi awayekî sosyolojîk lê dinêrin, dibînin ku civakek bi tevahî riziyayî, tê afirandin. Ji bo têkoşîna li dijî vê yekê divê em ji bo ciwanan zêdetir aktîvîteyan bikin, civakî bibin, bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi vê pêvajoyê re, dest bi ji nû ve avakirina xwe bikin û bi armanca jiholêrakirina polîtîkayên şerê taybet bi pêş bikevin.”

Leyla Çelîk, behsa kampanyaya dawî ya ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hat destpêkirin kir û got: "Li hemû taxan der barê bikaranîna madeyên hişbir de ji jin û ciwanên ciwan bertekên erênî û girîng hene. Em li tax, kolan an jî li malên xwe, bikaranîna madeyên hişbir an firotina wan naxwazin. Em dixwazin li vê erdnîgariyê wekî kesên bi tendurist bibin yek û sekneke birêxistinkirî raber bikin.”
'Em ê destûr nedin amûrên şerê taybet’

Endama meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermît, diyar kir li Kurdistanê zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir encamekî polîtîkayên şerê taybet e û axaftina xwe wiha domand: "Em ê bi tu awayî li Kurdistanê destûr nedin madeyên hişbir. Em ê nehêlin amûrên şerê taybet ên bi riya ciwanan û jinên ciwan tên bikaranîn serdest bibin û em ê hewldanên xwe yên li dijî vê yekê bidomînin. Têkoşîn û xebatên me yên li dijî polîtîkayên qirêj ên tên meşandin, wê bidome.”
Berpirsiyariyên şaredariyan

Endama Meclîsa Şaredariya Riya Armûşê Yildiz Tuncer, da zanîn ku weke Şaredariya Riya Armûşê di têkoşîna li dijî tiryakê de ciwanan tînin cem hev, çalakiyên cûrbecûr li dar dixin û wiha axivî: "Em hewl didin bi qasî ji destên me tê di têkoşîna li dijî tiryakê de giraniyê bidin çalakiyên xwe yên çandî yên ji bo ciwanan. Em ciwanan û gelê xwe li dijî polîtîkayên şerê taybet tînin cem hev. Di vê wateyê de em weke şaredarî, hewl didin li dijî polîtîkayên şerê taybet çi ji destên me bê bikin. Mixabin madeyên hişbir li seranserê Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin e. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê zêdetir belav dibe. Em weke şaredariyên DEM Partiyê, giranî didin xebatên pêwîst û em ê têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê bidomînin."
‘Divê em bi saziyên cûrbecûr re bixebitin û rêyên çareseriyê bibînin’
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku ÎHD di nava pêkhateyên Platforma Şiyar Be de ye û diyar kir ku ew wekî sazî têr nakin. Ayten Kiran, axaftina xwe wiha domand: "Di vê mijarê de xebatek pir profesyonel hewce dike. Ji ber ku platformeke nû ye, dibe ku di pêşerojê de gavên cidîtir werin avêtin. Em hemû sedemên belavbûna madeyên hişbir pir baş dizanin. Mixabin di demên pevçûnan de wekî polîtîkayeke şerê taybet di nava ciwanên Kurd de belav bû. Divê em ji vê gavê û vir ve pir baldartir bin. Me îro li çend deveran dît ku dayîkan dest bi nobetê kirine û ciwanan jî li taxên xwe dest bi nobetê kirine. Bêguman, ev yek têrkêr nîn e. Divê zarok werin perwerdekirin. Zarok hewce ye werin perwerdekirin. Dema ku ciwanek an jî zarokek nikaribe pereyê madeyên hişbir bibîne, dizî yan jî xesp dike. Dema ku jinek nikare madeyên hişbir peyda bike, ber bi fuhûşê ve diçe. Mirovek temenmezin ji bo bidestxistina pereyên madeyên hişbir an diziyê dike yan jî ji ber sedemên cûrbecûr mirovan dikuje heta hevjîn û zarokên xwe jî dikuje. Di vê xalê de em şahidên zirara pir cidî ya madeyên hişbir in li bajarên Kurdistanê. Ev tişt bi gelemperî li ber dibistanan tên kirin. Divê em wekî platform, bi saziyên cûrbecûr re bixebitin û riyên çareseriyê bibînin.”

‘Divê hemû platform û rêxistinên civaka sivîl bibin yek’
Ayten Kiran, da zanîn ku divê giranî bidin kampanyayên hişyarkirinê û destnîşan kir ku kêmasiya herî mezin nebûna navendên rehabîlîtasyonê ye. Ayten Kiran wiha axivî: "Mixabin li gel me navendên rehabîlîtasyonê nîn in. Gelo piştî tesbîtkirina van ciwanan em ê çawa tevbigerin? Dema ku ciwanan dibin nexweşxaneyan, piştî 21 rojan bi gotina 'xwîna wan paqij bû’ ji nexweşxaneyê tên derxistin. Bi vê pergalê re îhtîmala ji nû ve tiryakbûnê nêzî ji sedî 100 e. Li derdora me gelek bûyer tên jiyîn. Lewma, beriya her tiştî divê hemû platform û rêxistinên civaka sivîl bibin yek û bi hev re li şaredariyan û li saziyên dewletê navendên rehabîlîtasyonê yên pir baş vekin. Divê piştî 21 rojan ev ciwan li wir di çalakî û karên cûrbecûr de werin xebitandin. Divê em piştrast bikin ku ew bi tevahî ji wê pêvajoyê dûr bisekinin. Mixabin, niha derfetek bi vî awayî nîn e.”
Ayten Kiran, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez hêvî dikim ku em ê ji niha û pê ve erkên xwe pêk bînin. Lê di vê xalê de pêwîst e em weke rêxistinên civaka sivîl, rexnedayîna xwe bidin. Em têrkêr nebûn. Tesbîtkirin tene têr nake. Divê em çareseriyek bibînin."