Jin li Minbicê di kampa koçberan de beşdarî rêveberiyê dibin
Jinên li Kampa Rojhilat a Nû ya bajarê Minbicê dimînin, bi di komînan de serkeftinên girîng bi dest dixin. Jinên ku li aliyekî pirsgirêkên jinan û gel çareser dikin, wiha dibêjin: "Em di guhertina feraseta mêr de bi israr in.”
SÎLVIYIA EL-ÎBRAHIM
Minbic – Civaka Jinan a Zenûbiyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî mehek e li Kampa Rojhilat a Nû ya bajarê Minbicê Mala Jinê vekir û bi tevlikirina jinan a ji rêveberiyên kamp û komunan rola jinan di jiyana komînal de xurt kir. Civaka Jinê ya Zenûbiya ku çareserkirina pirsgirêkên li nava kampê armanc dike, her wiha hewl dide li dijî şert û mercên zehmet ên kampê piştgirî bide jinan û bi riya komunan rola jinan di kampê de jî aktîftir bike. Rêvebera Mala Jinê ya Kampa Rojhilata Nû Sevsan Muslim û jinên din ên kampê ji ajansa me re axivîn, xebatên xwe yên di nava komunê de vegotin.
'Me ji jinan re behsa rol û mafên wan kir'
Sevsan Muslim da zanîn ku kamp ji 700 malbatan pêk tê û diyar kir ku ewil serdana jinên li kampê kirine. Sevsan Mûslim diyar kir ku beriya vekirina Mala Jinê ya li kampê jin dudil bûn bikevin qadên cuda û wiha got: “Ji ber vê yekê me bi jinan re hevdîtin kir ku behsa rol, maf û girîngiya van mafan a li nava kampê kir. Jin bi demê re haydar bûn. Me lezgîniye ku divê jin di komunan de cih bigrin dît. Di vê çarçoveyê de me jinan xist nava tevgerê. Me ji jinan re behs kir ku çiqas girîng e xwe îsbat bikin û mafên xwe yên hatine desteserkirin bi dest bixin. Rêwîtiya jinan bi vî awayî dest pê kir. Vegotina jinan a ramanên xwe, daxwaza mafên xwe û hebûna jinan a di komînan de hêz dide hemû jinên kampê.”
Banga têkoşîna ji bo mafên ku hatine xepskirin
Sevsan Mûslim, da zanîn ku komun tovîka Rêveberiya Xweser e û destnîşan kir ku di vî warî de xebatên komunê wek hestiyê pişt a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê qebûlkirin. Sevsan Mûslim di dawiya axaftina xwe de ji hemû jinên li kampê dijîn re peyam şand û ev bang kir: “Ji bo mafên xwe yên hatine xepskirin têbikoşin. Ji bo gihandina wekheviyê hêza xwe îsbat bikin.”
Jin pirsgirêkên xwe bi komunan çareser dikin
Arîfe Ehmed yek ji jinên ku beriya 6 salan ji ber şer û pevçûnên li herêmê neçar ma ji bajarê Meskena yê başûrê Minbicê koç bike û bi awayekî dilxwaz li komunê dixebite, diyar kir ku beriya koç bikin malên wan ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin û hilweşandin. Arîfe Ehmed da zanîn ku ji ber êrîşan neçar mane ji Minbicê derkevin û wiha got: “Dema em hatin kampê fikrek me ya avakirina komunê tunebû. Dema ku pirsgirêk çêdibûn, em diçûn Mala Jinan ango Desteya Edaletê. Lê piştî ku li kampê komun hat avakirin û rola jinan di rêveberiya kampê de hat aktîfkirin, jin dema pirsgirêk derdiketin rasterast dest bi çûyîna komunê kirin.”
'Em ê feraseta mêr biguherînin’
Arîfe Ehmed destnîşan kir ku tevlibûna jinan di rêveberiya komunê ya kampê de rê dide wan ku pirsgirêkên xwe li kampê baştir bînin ziman û got: "Bi taybetî rola jinan a di rêveberiya kampê de, gaveke gelekî baş e. Çareserkirina pirsgirêkan bi riya komunan û encamên ku dixwazin bi dest bixin hestek pir xweş e. Her wiha hesteke baş e ku di navbera komîn û gel de têkiliyek çêdibe. Bêguman jin zehmetiyan dikşînin. Em jin dê di guhertina feraseta mêr de israra xwe bidomînin. Çalakkirina rola jinan a di komunê de jî wê bibe sedem ku zêdetir hay ji xwe û mafên xwe hebin.”
‘Baweriya min zêde bû min xwe bi pêş xist'
Dayîka 3 keçan Maryam El-Elî jî wiha got: "Ji bo perwerdekirin, rêxistinkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan bi lezgînî pêwîstiyek bû ku jin di nava rêveberiya komunê de cih bigrin. Di piraniya rewşan de jin tên cem me û pirsgirêkên xwe tînin ziman. Em ê bi riya komunê xwe bigihîjînin hemû şêniyên kampê. Min gelek pirsgirêkên gel bi xebata xwe ya di komunê de çareser kirin. Xebata ku min ji bo îsbatkirina hebûna xwe kir ji bo min pir bi nirx e. Niha pirsgirêkan çareser dikim, li hemû kesan guhdarî dikim û bi mirovan re nîqaş dikm. Weke jin xwebaweriya min zêde bû, vîna min xurtir bû, min xwe bi pêş xist. Di cihgirtina min a xebatan de min hêz da jinên li derdora xwe jî.”
'Em dixwazin bi xebatên xwe yên li komunan wekheviyê bi pêş bixin'
Velîde El-Elî ya 47 salî ku ji Dêrezorê hat koçberkirin jî der barê erka xwe ya li komunê de wiha axivî: “Fikra tevlibûna komunê ji fikra xizmetê hat. Ji bilî diyarkirina pêwîstiyên gel, hişyarkirina civakê û pêşxistina civakê jî mijareke girîng e. Berê jî di kampê de komun hebûn lê jin nikaribûn di van komînan de rolê bilîzin. Lê bi qasî mehekê di rêveberiyên kamp û komunan de rola jinan hat aktîfkirin. Di navbera her du zayendan de tu ferq tune ye ji ber ku her du jî xwedî aqilê fikirîn û rêvebirina civakê ne. Em bi xebatên xwe yên di komunê de hewl didin di nava civakê de wekheviyê pêk bînin û em dizanin ku gelek pirsgirêk hene. Em ê bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin lê ev yek dê biryar û vîna me neşkîne.”
'Em ê berxwedana xwe berdewam bikin’
Velîde El-Elî da zanîn ku divê jin ber bi azadiyê ve bimeşin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger em bi cesaret tevbigerin, ji hebûna xwe hêz bigirin em ê bigihîjin serkeftinê jî û bi biryar gavên xwe bavêjin. Divê jin bi biryar û vîna xwe hebûna xwe îsbat bikin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”