Jin li hemberî ‘Sûriyeya nû’ bi fikar in

Jinên ku beşdarî şêwra jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin bûne, diyar kirin ku divê di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de mafên jinan û pêkhateyên din bikevin bin temînatê.

TASÎM EL-SARI

Hesekê – Yekem şêwra jinan bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi tevlibûna 500 jinên ji hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Xwêran a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê di 7’ê çileyê de hat lidarxistin. Jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê bi riya Zoomê beşdarî şêwrê bûn, bendewariyên xwe yên der barê Sûriyeya nû de anîn ziman.

Beşdaran xwestin di pêvajoya siyasî ya ku Sûriye tê de derbas dibe, li dijî hewldanên zihniyeta rêveberiya Heyet Tehrîr El- Şam a marjînalkirina pêkhateyan û dûrxistina jinan ji mafên wan, bikevin bin temînatê.  Di şêwra ku bi armanca balkişandina ser girîngiya cihgirtina jinan û hemû pêkhateyan di avakirina Sûriyeya nû de, bi hevkariya tevgerên jinên Herêma Firatê û rêxistinan, ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin de, jinan pêşniyar kirin ku jin peymana civakî amade bikin, ji bo parastina pergala jinan û mafên wan têkildarî zêdekirina destkeftiyan divê gav werin avêtin. Di heman demê de bal kişandin ku li Sûriyeyê girîngiya çandî û cudahiyên etnîkî û bi naskirina van cudahiyan re girîngiya jiyanîkirina  pergaleke ku xwe dispêre demokrasî û wekheviyê. Jinan dan zanîn ku encax bi vî awayî Sûriye ji bo hemû Sûriyeyiyan dikare bibe welatek rast.

‘Jinan roleke girîng lîst

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk di Rêveberiya Xweser de Seham Qerya diyar kir ku piştî Heyet Tehrîr El-Şam rêveberî xist destên xwe, Sûriye ket qonaxek nû û got ku wê ev yek bibe sedem gelek maf û destkeftiyên ku jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine winda bikin. Seham Qerya ev tişt got: “Jinan di krîza Sûriyeyê ya ku 14 salan domiya de roleke girîng listîn, bi taybetî jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di salên zor ên ku Sûriyeyê derbas kir de, ji bo jinên civakê şiyar bikin di nava hewldanên rêxistinkirinê de bûn.” Seham Qerya da zanîn ku jinan bi riya Kongra Star rêxistinbûna jinan pêk anîne, Yekitiya Jinên Suryanî, jinên Suryanî organîze kiriye û Kombûna Jinan a Zenûbiya di rêxistinkirina jinên Ereb de roleke girîng listîne.

‘Jinan deskeftiyan parastin’

Seham Qerya anî ziman ku hevkariya rêxistinên jinan, encama baweriya jinan a hevpar e û got: “Bi saya hewldanên van rêxistinan, hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jin bûn xwedî destkeftiyan û dikaribûn van destkeftiyan biparêzin. Bi hewldanên jinan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) DAIŞ şikandin, di qada parastinê de û di saziyên Rêveberiya Xweser de dikaribûn bigihîjin pozîsyonên pêşengî û biryargirtinê. Weke jinên Suryanî, di krîza Sûriyeyê de di asta leşkerî û siyasî de roleke girîng lîstin. Niha li Sûriyeya nû divê jin bêyî werin dûrxistin rola xwe bilîzin. Di heman demê de ez daxwaz dikim ku divê jin belşdarî konferansa neteweyî ya nêz dibe bibin.”

‘Êzidiyan 74 ferman dîtin’

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo ev tişt got: “Êzidayetî yek ji baweriyên herî kevn e lê belê gelê Êzidî 74 fermanan dîtiye, ya herî dawî di sala 2014’an de li Şengalê pêk hat. Di vê qetliama DAIŞ’ê ya ku bi alîkariya dewleta Tirk pêk anî de 5 hezar jinên Êzidî hatin revandin û bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û yên mayîn jî bi zorê hatin koçberkirin. Gelê Êzidî xwe sipartin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, li dijî gelê me gelek qetliam hatin pêkanîn. Lê belê hê jî em têdikoşin û em vê hêza xwe ji Xatun Fexrana ku di wê demê de karê jinên Êzidî birêvedibir digrin.”

‘Jinên Êzidî yekitiya xwe ava kirine’  

Hediya Şemo bi bîr xist ku Miyan Xatun yek ji jinên Êzidî bû, civakê birêve dibir û li dijî dagirkeriya Osmaniyan têdikoşiya û got ku têkoşîna jinên Êzidî hê jî didome, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Êzidî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine û hêza xwe ava kirine. Hediya Şemo da zanîn ku jinan li Şengalê Yekitiya jinan ava kirine û di vê pêvajoyê de rolek girîng lîstine û wiha got: “Di dema 5-10 salan a rejîma Esed de, weke pêkhateyên din, Êzidî jî hatin vederkirin û dûrxistin. Îro rêveberiya Heyet Tahrîr El- Şam heman polîtîkayan dimeşîne û di amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeya nû de em ê roleke aktîf bilîzin. Divê em Sûriyeya ku xwe dispêre demokrasiyê û hemû mafan dixe bin temînatê ava bikin.”

‘Zihniyeta rêveberiya nû dê nikaribe têkoşîna me asteng bike’ 

Seroka Yekitiya Jinên Ermenî Silda Simon jî wiha got: “Em hemû rêxistinên jinan û jinên ji hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di vê şêwrê de hatin ba hev û ji bo em bigihîjin daxwazên xwe, em hedef dikin dengê xwe bikin yek. Pêvajoya demkî ya siyasî ya li Sûriyeyê, em rû bi rûyî zoriyên nû hiştin. Zihniyeta rêveberiya nû dê têkoşîna me asteng neke. Di Sûriyeya nû de ji xeynî temînata mafên xwe em tiştek din qebûl nakin.”

Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şewra jinan de diyar kirin ku hedef dikin Sûriyeyya nû ya ku mafên hemû pêkhate û jinan dixe bin temînatê ava bikin, deng û daxwazên xwe bidin bihîstin, Sûriyeyya demokratîk, rengîn û ne nevendî hedef dikin.