Jin bi şoreşê re guhertin pêk anîn: Zewaca Berdêl bi dawî bû

Berdevka Mala Jinê a Kobanê Semîra Muhammed Elî diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re zewacên berdêl hema bêje ji holê rabûne û got: "Divê ji bo rakirina îdeolojiya paşverû ya ku jinan di bin sîwana kevneşopî de heps dike bixebitin."

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jin li qadên têkoşînê yên herî pêş bûn û berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de hatine birêxistinkirin, ji siyasetê heta hunerê, ji xebatên civakî heta aborî serkeftinên girîng bi dest xistine. Her wiha bi têkoşîna demdirêj a jinê re, di hin pêkanînan de berhema zîhniyeta mêr a ku di bin navê kevneşopiyê de tê meşandin guherî. Yek ji van jî zewacên berdêlî bûn. 

Berdêl tê wê wateyê ku malbat bi hev re herdu kur û keçên xwe dizewicînin. Malbatek keça malbateke din bi kurê xwe re dizewice, keça xwe jî bi kurê yê din re dizewice. Ev zewac bi gelemperî bêyî destûr û bi rêkûpêk têne kirin. Ger zewacek piştî zewacê ji hev veqete an jî pirsgirêkek hebe, zewaca din jî heman encamên pirsgirêkê dikişîne.

' zewacên bi vî şeklî jinan hîn bêhtir paşde xist'

Berdevka Mala Jinê ya bajarê Kobanê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Muhammed Elî têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir. Semîra Muhammed Alî da zanîn ku ew bi xebatên Mala Jinê li dijî zewacên temen biçûk dixebitin û got, “Civaka Rojhilata Navîn bi giştî ji ber kevneşopî û adetên kevnar rê û rêbazên zewacê dimeşîne. Dema em li dîrokê vegerin û li ser vê mijarê lêkolînan bikin, em dibînin ku zewacên bi vî rengî bi salan û civakan nehatine qebûlkirin û zewacên berdel di ola Îslamê de ne rastiyek e.  Zewacên bi vî rengî dibin sedem ku asta rewşenbîrî ya jinan dakeve, pirsgirêkên malbatî û zewacê belav bibin. Ev jî dibe sedema wêrankirin û jihevketina civakê.

Ew hişyariyê bilind dikin

Semîra Mihemed Elî diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di her qadê de cih girtin û bûn pêşeng, mohra xwe li hemû saziyan hiştin û destnîşan kir ku jin bi bilindkirina têkoşînê hewl didin vê rewşê ji holê rakin.. Semîra Muhammed Elî got, “Ji ber ku yek ji bingehên hevsengiyê di civakan de avakirina malbateke saxlem e.”

'Berdêl bi şoreşê hat astengkirin'

Semîra Muhammed Elî diyar kir ku nebûna wekheviya di navbera du malbatan de, ji hev fêmnekirin, cudahiyên çandî yên di navbera wan de û bêîstîkrariyê diyardeya zewaca berdêl gelek pirsgirêkên civakê bi xwe re tîne û wiha got: "Bi têkoşîn û derxistina yasayan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan karîn ji bo kêmkirina vê diyardeyê bixebitin. Qanûn hatin derxistin û pêşî li zewacên bi vî rengî hatin girtin. Bi vî awayî jinan îro karîbûn vê diyardeyê bi sînor bikin û ji holê rakin. Ger hebe jî ev rêje ji sedî 1 derbas nabe."

'Jin hêza guhertina civakê ne'

Semîra Muhammed Alî bal kişand ser wê yekê ku jinan ji bo bilindkirina asta civakê gavên baş avêtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin bi berxwedan û têkoşînê ji bo avakirina civakek azad û bi hişmendiya rewşenbîrî xebitîn û karîbûn astengiyên ku rê li ber pêşketina wan digirin kêm bikin. Nifşek zanist ku dikare serxwebûn û pêşketina xwe ava bike. Ji bo mezinkirina zarokên xwe gavên xurt avêtine. Divê em wek jinên Rojava ji bo bidestxistina azadiya hemû jinan û ji holê rakirina îdeolojiya paşverû ya ku heps dike, têkoşîn û xebata xwe bi leztir bikin. Jin hêza guhertina civakê ye."