‘Di riya koçberiyê de li Derya Spî mirina 2 hezar û 788 kesan hat qeydkirin’

Dîrektorê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) Par Liljert, bal kişand ku tevî riyên koçberiyê nû hatine diyarkirin jî koçberiya bi xeter a li Derya Spî didome û got ku îsal mirina 2 hezar û 788 kesan di Derya Spî de hatiye qeydkirin

Navenda Nûçeyan- Dîrektorê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) Par Liljert, di civîna ku li ser daxwaza Rûsyayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat lidaxistin de axivî. Par Liljert, diyar kir ku li cîhanê ji hejmara koçberên ku jiyana xwe dest dane îsal 187 hezar kes ji bo "pêşerojeke baştir û ewlehiyê" ji Derya Spî derbas bûne.

‘Riya herî bi xeter Derya Spî ya Navîn’

Par Lîjert diyar kir ku di heman pêvajoyê de IOM'yê mirina 2 hezar û 788 kesan qeyd kiriye, ji vana 2 hezar û 93 di riya Derya Spî de bûne û got: "Tevî ku di dema nêz de riyên din ên koçberiyê hatine diyarkirin jî hê gelek kes berê xwe didin riya herî bi xeter Derya Spî.” dedi. Pal Liljert, bal kişand ku cihê ku balê dikşînin derya ne lê li Çola Sehrayê gelek kes bi awayê trajîk mirine.

‘Rewşa li Girava Lampedusayê bi fikar e’

Dîrektorê Komîseriya Bilind a Penaberan ê NY’ê (UNHCR) ê New Yorkê Ruven Menikdiwela jî bi gotinên: "Li Girava Lampedusa ya Îtalyayê rewş bi fikar e” da zanîn ku giravek biçûk e kapasîteya wê kêm û got ku wan li wê derê destek dane rayedaran. Ruven Menikdiwela, bi hişyariya; "Divê Îtalya di vê rewşê de neyê hiştin" got ku divê welatên pêşeng berpirsyariyên xwe bi cih bînin û piştigiriyê nîşan bidin.