Jin Bi Hev Re Bihêz In: Jiyan Tosun ne bi tenê ye
Platforma Jin Bi Hev Re Bihêz In der barê piştî teqîna li cadeya Îstiklalê hedef nîşandana parêzer Jiyan Tosun de daxuyanî dan û gotin; ‘Hevala me ya rê Jiyan Tosun ne bi tenê ye.’

Stenbol - Di teqîna li cadeya Îstîklalê ya Beyogluyê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqinê endamê Partiya Zaferê Adem Taşkaya di pilatforma medyaya dijîtal de parêzer Jiyan Tosun hedef nîşandabû. Piştî nîşandana bertekan parvekirina xwe rakir. Parêzer Jiyan Tosun û car din parêzer û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a bi telefonê gefa mirinê lê hatibû xwarin gilî kîrîbûn. Der barê vê mijarê de platforma Jin Bi Hev Re Bîhêz In daxuyanî dan û daxwaz kirin ku lêkolîn were destpêkirin.
Di daxuyaniya Platforma Jin Bi Hev Re Bîhêz In de hat destnîşan kirin ku piştî Jiyan Tosun hedef hate nîşandan jiyana wê di metirsiyê de ye û wiha hate gotin: “Jiyan parêzavana mafê mirovan e, parêzera jinên ku ji ber hevpeymana Îstanbulê di nava çalakiyan de ne, li kêleka dayikên Şemiyê ye. Ew kesên ku ji nijadperestî, dijmintî û kaosê xwe xwedî dikin, ew kesên ku pîşeya xwe dikin û parêzvana mafê mirovan dikin hedef û gef li jiyana wê dikim. Em jin li gel Jiyanê ne. Em rê nadin hedef were nîşandan. Divê demildest di destpêkê de di derbarê Adem Taşkaya û kesên ku bi telefonê Jiyan û malabata wê gef lê dixwin lêkolîn were destpê kirin. Hevala me ya rê Jiyan Tosun ne bi tenê ye! Bijî yekitiya jinan.”