Ev salak e bang dikin: Qêrîna me bibihîzin!

Nobeta edaletê ya malbatên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloq kirin dikin, di sala 1'emîn de ye. Malbatan diyar kirin ku dengê wan nayê bihîstin û careke din bang li rayedaran kirin.

Amed - Malbatên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dikin, ev salek e li Amedê di nobeta edaletê de ne. Malbatên ku deriyêk nehatiye çûyin nehişyin, bi israr li bendê ne ku dengê wan bê bihîstin û mijar bê berçav girtin.

Xizmên girtiyan ku nobeta edaletê li ber deriyê Edliyeya Amedê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û Girtîgeha Tîpa D ya Amedê didomînin, diyar kirin ku heta daxwazên wan bê bi cih anîn, çalakiya xwe bidomînin.

Çalakî îro li ber Girtîgeha Amedê berdewam kir. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk, (DBP) Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78’an tevlî çalakiyê bûn.

‘Zarokên me terkî mirinê tên kirin’

Dayika Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye û çav û milek wî tune ye Nazîme Boltan, diyar kir ku ev salek e ji bo girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin daxwaza ‘edaletê’ dikin, lê tu bersiv negirtin. Nazîme Boltan, anî ziman ku nêzî 5 sal in kurê xwe nabîne û wiha axivî: "Sibe daxwaza me ya edaletê sala xwe tijî dike. Em bûn şopdara rewşa girtiyên nexweş û em ji bo berdana wan çûn saziyan. Dema birin nexweşxaneyê me ji wan xwest rapor bidin, lê me tu bersiv negirt. Zarokên me nexweşin û terkî mirinê tên kirin. Dema me dest bi nobeta edaletê kir, bi daxwaza edaletê dest pê kir, lê li girtîgehan binpêkirinên mafan û zilm hin zêdetir bûn.”

Nazîme Boltan diyar kir ku girtî li girtîgehê rastî eşkenceyê tên û wiha got: “Em ji bo bibin dengê hemû girtiyan li vir in. Em îro carêk din li ber girtîgehê ji bo nû kirina daxwaza xwe ya 'Bijî berxwedana Zindanan' û 'Maf, hiqûq û edalet' li vir in.”

Çalakî, bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.