Ji zimanê şahida zindî: Xwepêşandanên meha Çileyê

Îlham Kerîmî vegotina rastiya meha Çileyê dike. Îlham dibêje ku li hemberî hovîtiya rejîma ku cenaze bi kamyonan kom dikirin, jinan li çeperên herî pêş bersiv da; bi serpoşên xwe jiyana birîndaran xilas kirin û bûn dengê berxwedana Îranê.

HALE EMÎRÎ

Tehran – Tevî ku 6 meh li ser tepeserkirina bixwîn ya xwepêşandanên meha Çileyê derbas bû jî, gelek vegotinên aîdî wan rojan ên nehatine gotin hene. Jinên ku yek ji komên herî girîng ên xwepêşanderan, di vê serdemê de rolek cihêreng û bêhempa lîstin. Lêbelê, ji ber qutbûna înternetê ya berfireh û mezinahiya sûcên ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kirin, ezmûnên wan, li gel gelek nav, bîranîn û tiştên hatin jiyîn, nehatin vegotin.

Jina ku bi navê Îlham Kerîmî , yek ji jinên ku beşdarî xwepêşandanên li Tehranê bûye. Emê di vê nûçeyê de bi rêya ezmûn û vegotinên Îlhamê, hewil bidin ezmûnên hevpar û bêhempa yên jinan a di van xwepêşandanan de bidin xuya kirin.

‘Roja duyemîn tu kes li malê nemabû’

Îlham Kerîmî, xwepêşandanên meha Çileyê ne mîna destpêkek, mîna berdewamiya zincîrrek ya xwepêşandanan dibîne û van rojan wiha vedibêje: "Piştî ku xwepêşandan li Bazara Tehranê dest pê kirin, me hemû dizanî bû ku wê tiştek bibe. Dema ku înternet qut bû û dirûşmeyên destpêkê hatin bihîstin, ji zarokan bigre heta kal û pîran gelek kes li taxê, derketin derve. Qerebalixa di 8’ê mehê li gorî 9’ê mehê kêmtir bû, lê roja duyemîn tu kes li avahî û mala de nemabû.”

Rola jinan û parastina birîndaran

Îlham Kerîmî, wiha bersiv dide pirsa ku jin çawa beşdarî van xwepêşandanan bû dide: “Li kolanan gelek jin hebûn, li çeperên herî pêş dirûşmeyan berz dikirin. 8’ê mehê jinên taxê bi zarokên xwe re li ser banan kom bûn. Me hoparlorek mezin hebû û me bi vê yekê dirûşmeyan berz dikir. Lê roja din, em hemû bi hev re derketin derve. Yên ku zarokên wan ên biçûk hebûn li ber deriyê avahiya apartmanê sekinibûn lewra dema  gulebaranê de jiyana gelek mirovan xilas kirin. Birîndaran digirtin hundirê apartmanê û birînên wan bi serpoşên xwe dipêçandin."

Qutbûna înternetê û atmosfera şer

Îlham Kerîmî, der barê atmosfera xwepêşandanan de wiha got: "Di xwepêşandanê de, hêzên rejîmê derketin kolanan û tax di bin kontrola wan de bû. Piştî ku înternet qut bû, ji bilî kanalên peykê tu rêyek agahdarî dayinê tune bû. Peyamên hişyariyê jî dihatin û televîzyona dewletê jî gefên hikûmetê diweşand. Lêbelê, piştî ku bang hatin kirin, atmosfer bi tevahî guherî. Mîna ku mirovan bawer kiribûn ku wê hinek tişt biguherin. Di roja duyemîn a xwepêşandanan de, girseya li kolanan pir mezin bû. Li hemû taxan mirov li derve bûn.

Ez bi zaroka xwe ya 9 salî re li kolanê bûm û ji nişkê ve me dengê guleyan bihîst. Hemû kes ber bi kolanan ve diçû. Di kêliyê de min ji keça xwe xwest ku li pêşiya min bireve da ku ger tiştek bibe ez bikaribim wê biparêzim. Tam di vê kêliyê de gulebaran hate kirin. Mîna ku em di nava herêmek şer de bûn û me nizanibû gule ji kîjan alî ve dihatin."

Berhevkirina cenazeyan û hêrsa gel

Îlham Kerîmî, der barê roja 3’emîn a xwepêşandanan de wiha dibêje: "Wê şevê gelek cenaze li kolanan bû. Tenê dengê çekan û qîrînan dihat bihîstin. Roja din, kamyonên mezin cenazeyan ji kolanan berhev dikirin. Telefonên me nedixebitin û gel di şokê de bûn. Vê rojê, xwepêşandan bi awayekî sînordartir ji nû ve destpêkir. Hawîrdor bi tevahî bi leşker hatibû tijî kirin. Lê vê carê mirovên ku hezkiriyên xwe winda kiribûn, tenê bi kevir û hêrsê derketin kolanan. Vê rojê xwepêşandan, zêdetirê li nexweşxane û morgan qewimî, lê heman şevê jî mirî û birîndar çêbûn.”

Windahiyên mezin û trawmaya derûnî

Îlham Kerîmî, di berdewamiya axaftina xwe de der barê mezinahiya windahiyan û bandora derûnî ya van bûyeran de wiha axivî: “Mirov bi her awayî zirar dîtin. Hemû kolan bi lekeyên xwînê hatibûn nixumandin. Ew lekeyên xwînê heta çend rojan jî li kolanan ma. Nexweşxane tijî birîndar bûn, lê birînên me ne tenê fîzîkî bûn. Yek ji wan kesên ku wê şevê jiyana xwe ji dest dan, mêrekî ku piştî dîtina serjêkirina du kurên xwe yên biçûk krîza dil derbas kir. Dema ku kurê yek ji xizmên me hate binçavkirin, telefona malbata xwe kir û navnîşana cihê ku lê dihat ragirtin da. Lêbelê, piştî çend demjimêran cenazeyê wî li heman cihî hate dîtin. Bi dehan kes di nexweşxaneyan an jî di malan de bênav û bê nasname bûn. Hinek kes birîndaran bi şev ji Tehranê derxistin û birin bajarên din. Hinekan heta siharê cenazeyan hilgirtin û roja din ji bo definkirina xizmên xwe hemû goristanan geriyan. 

Kolanên Tehran û Kerecê, piştî wan rojan du meh bi îlan, afîşên sersaxiyê û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dan tijî bûn. Van bûyeran nav zarokan de jî tirsê avakir. Hemû kes pêvajoya şîn û trawmayê dijîn.”

Banga ji bo azadî û guhertinê

Îlham Kerîmî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Yekane daxwaza piraniya ciwanên hatin qetilkirin û birîndar bûn, azadî û guhertin bû. Her wiha xwepêşandanan, îmaja Pehlewî û hinek dezgehên medyayê yên li derveyî Îranê jî di çavên gel de guherand. Komên ku xwepêşandanan ji bo armancên xwe bi kar anîn û qetilkirina ciwanan asayî dîtin jî hebûn. Tevî hemû sûc, zehmetî û xwîna ku me dîtiye, ez hêvî dikim ku dengê Îranê bigihîje cîhanê û em azadiya rast jiyan bikin.”