‘Ji Suweydayê dengê demokrasî û azadiyê bilind dibe’

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer, diyar kir ku jin bi awayê çalak beşdarî çalakiyên li Suweydayê bûne û got ku çawa Şoreşa Jinan a Rojava bandorê li ser jinên Suweydayê jî kiriye, têkoşîna ku îro dimeşînin jî dê li ser hemû jinên Sûriyeyê bandorê çêbike.

BÊRÎTAN SARYA

Navenda Nûçeyan – Li wîlayeta Suweyda ya li rojava başûrê Sûriyeyê ku bi cîraniya Urdun, Dêra û Şamê herêmeke stratejîk e; 13 roj in bênavber çalakiyên demokratîk ên ji bo aştiyê tên lidarxistin. Suweydeya ku zêdetirî şêniyên wê Durzî ne, beşdariya zêde ya jinan di çalakiyên gel de balê dikşîne. Di çalakiyên ku hinek kes ji nedîtîve tên, hinek kes jî hewl didin wekî ‘protestoya li dijî bihayê zêde û mercên jiyanê yên nebaş’ bidin nîşandan de; gel bi dirûşmên ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê û yên li ser azadiya jinan û bi pankartên ku tên vekirin, rastî û cewhera çalakiyan nîşan dide.

Ji roja destpêka çalakiyan ve heta niha, li Suweydayê saziyên girêdayî rêveberiya Şamê ji aliyê gel ve hatin girtin, daxwaza ji bo rêvebirina xweser û biryardarî mohra xwe lê dide.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, li ser çalakiyên li Suweydayê tên lidarxistin, rola jinan a di wan çalakiyan de nirxandin kir.

‘Şêniyên Suweydayê rêveberiya demborî îlan kirin’

Emîne Omer, bal kişand ser çarçoveya çalakiyên li Suweydayê ku di 20’ê Tebaxê de dest pê kirin û heta îro bênavber didomin û got: "Bi jin, zarok, mêr û extiyarên xwe, şêniyên Suweydayê her roj li Meydana El Kerame çalakiyên xwe li dar dixin.”

Emîne Omer diyar kir ku di dema çalakiyên demokratîk û aştîxwaz ên gel de hemû buroyên Partiya Baasê û buroya Parlamentoya Sûriyeyeyê ji aliyê çalakgeran ve hatine girtin û der barê pêşketinên li herêmê de ev agahî dan: "Gelê Suweydayê û partiyên wan çend roj berê belavokek weşandin û ragihandin ku rêveberiya demborî’ îlan kirine. Dixwazin di vê pêvajoyê de di warê siyasî û civakî de xwe bi rêxistin bikin. Sûweyda xwedî taybetmendiyên xweser e. Gelek partiyên siyasî û pêşengên olî lê hene. Partiyên siyasî dixwazin weke sîwaneke siyasî meclisek ava bikin. Ji bo ku di bin banê vê meclisê de hemû partiyên siyasê cih bigrin û îradeya siyasî ava bikin di nava hewldanan de ne. Çalakî her diçe zêdetir dibin û her roj dirûşmên nû tên amadekirin. Şêniyên Suweydayê bi fikir û dirûşmên xwe peyam didin hemû Sûriyeyiyan û diyar dikin ku çalakî tenê ji bo herêma Suweydayê nîn in.”

‘Çalakger ji bo Sûriyeyê çareseriya siyasî û demokratîk dixwazin’

Emîne Omer bal kişand ku krîza aborî ya li Sûriyeyê, bihabûna zêde û xizanî bi krîza siyasî û neçareseriyê ve girêdayî ye û got ku ji ber wê çalakiyên li Suweydayê ji ber van sedeman tenê li dijî bihabûnê nîn e, bi daxwazên siyasî û demokratîk tên lidarxistin.

 Emîne Omer, got ku dema mirov li dirûşmên gelê Suwveydayê dinêre dibîne ku ji bo hemû Sûriyeyê ne û dixwazin li tevahiya Sûriyeyê guherîn çêbibe û got: “Gel dixwaze biryarên Neteweyên Yekbûyî yên bi hejmara 2254 werin bicihanîn, dewlet ji nû ve li ser hemwelatîbûna azad xwe saz bike, rêveberiya xweser bipejirîne.”

‘Helwesta Suweydayiyan zelal e’

Emîne Omer, nêzîkahiya rêveberiya Şamê ya ji çalakiyên wan re û hêzên cîhadîst ên di bin kontrola Tirkiyeyê de ku xwe wekî ‘muxalefetê Sûriyeyê’ binav dikin nirxand û got: "Rêveberiya Şamê ji ber hesabên cur be cur û fikarên xwe, li dijî çalakgeran şîdetê nake. Dizane ku ger bi şîdet nêz bibe dê çalakî zêdetir belav bibin û li cihên ku Elewî lê dijîn belav bibin lê ji aliyek ve jî li ser medyaya dîjîtal gefan li çalakgeran dixwe. Aliyê goya muxalefet jî ji ber ku ji aliyê erdnîgarî ve nêzî Şamê ye, berê ji şêniyên Suweydayê bi alîgiriya rejîmê sûcdar kiribû loma niha hewl dide çalakiyên wan berevajî bike. Dixwazin gel tenê rojên Înê çalakiyan li dar bixe û daxwaz bi rengê ‘îslamî’ bin. Her wiha bi riya kesên girêdayî xwe, hewl didin berê çalakiyan bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û herêmên me. Bêguman rêveberiya Şamê jî ji bo vê yekê di nava hewldanan de ye lê gelê Suweydayê û jinên lê dijîn heta tu bibêjî xwedî tecrube ne. Çawa ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve ne li ba Şamê ne jî li ba wan hêzan cih negirtin, xwe bi hêza xwe parastin, îro jî bi xeta xwe çalakiyan li dar dixin. Diyar dikin ku çalakiyên wan ji bo hemû gelên Sûriyeyê ne. Şêniyên Suweydayê ji bo hemû gelên li Sûriyeyê û jinan peyamên girîng didin. Jixwe li Dêrazor, Reqa, Tebqa û herêma Cizîrê yên di bin Rêveberiya Xweser a Demokratîk de ne, gel dest bi çalakiyan kirin û piştgiriya ji bo şêniyên Suweydayê anîn ziman.”  

‘Jin di çalakiyan de aktîf û xwedî bandor in’

Emîne Omer diyar kir ku MSD her roj û her dem çalakiyan dişopîne, beşdariya jinan a bi awayê aktîf ji bo çalakiyan wan hêvîdar û bextewar dike. Emîne Omer di vê mijarê de wiha got: “Jin di çalakiyên li Suweydayê de xwedî roleke girîng in. Bûne xwedî hêz û vê hêzê didin derdora xwe. Di çalakiyên li Suweydayê de vekirina pankartên ji bo Hevrîn Xelef û xwedîderketina li têkoşîna wê pir bi nirx û girîng e. Ev ji bo hemû jinên Sûriyeyê peyamek e. Peyam didin ku mafên jinan hene, jin bi tevlibûn û têkoşîna xwe divê mafên xwe bixin bin temînatê. Di hiqûqa rêveberiya Şamê de têkildarî mafên jinan hinek xal hene lê di pratîkê de ne nûnertiyek jinan ne jî kotaya wan heye. Li hêrêmên rêveberiya Şamê beşdariya jinan ji bo siyaset, sazî û makezagonê ji sedî 10 jî nîn e. Hê jî li herêmên rêveberiya Sûriyeyê mekanîzmayên ku jinan ji şîdetê biparêzin tune ne. Di zagonên Sûriyeyê de hê jî pirzewacî heye. Li dijî zewaca di temenê biçûk de tedbîrek baş tune ye. Ev hemû maf û îradeya jinan tune dikin. Ji ber wê îro jinên li Suweydayê derketine kolanan dengê xwe ji bo jinên li Sûriyeyê bilind kirine û dixwazin hemû jin bi hev re mafên xwe bi dest bixin.”

‘Divê em ji peyama jinên Suweydayê re bibin bersiv’

Emîne Omer bal kişand ku divê jinên li herêmên din ên Sûriyeyê ji bo daxwazên jinên Suweydayê bibin bersiv û wiha got: "Dirûşmên jinên Suweydayê di çalakiyan de tenê ji bo bihabûn, birçîbûn û rewşa aborî nîn in. Jin dixwazin di siyaset û hemû warên jiyanê de cih bigrin. Diyar dikin ku ew mafên hiqûqî, siyasî û demokratîk dixwazin. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê di nava hewldanan de ne û dixwazin gel û jin bi mafen xwe di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Jinên Suweydayê îro bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin ku rabin ser piyan û bigihîjin asteke baş.

Îro li ser vê esasê divê hemû jin dengê xwe bilind bikin. Di amadekirina makezagona Sûriyeyê de divê nûnertiya bi hêz a jinan hebe. Em dikarin bibêjin ku îro jin dikarin bibin pêşengên guherînek demokratîk. Ên ku pêşengiyê ji bo guherînan dikin jin in. Jin îro doza azadiyê dimeşînin. Dema em li çalakiyên li Suweydayê dinêrin dibînin ku her diçe tevlibûna jinan zêde dibe û bi hêz dibin.”

‘Sînorên tirsê hatine derbaskirin’

Emîne Omer, got ku jinên Suweydayê ji destpêkê ve heta niha eleqe nîşanî şoreşa jinan a li Rojava dane û hewl dane fam bikin û got: "Wek MSD ji berê ve heta niha têkiliyên me bi jinên Suweydayê re hene. Gelek caran hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin li ser tecrubeya me ya şoreşê û rêveberiya xweser lêkolînan bikin. Xwestin ji tecrubeyên me sûd bigrin. Dîtin ku jin çawa xwe bi rêxistin dikin, çawa beşdarî siyaset û hemû warên jiyanê jiyanê dibin û nûnertiyê dikin. Li ser akademî, perwerde û pergala hevserokatiyê lêkolîn kirin.

Ji şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bi bandor bûn. Heta ji bo em wê tecrubeya xwe nîşanî wan bidin me vexwendin Suweydayê. Em îro dibînin ku jinên Suweydayê di warê têkoşînê de pêşketinên baş afirandine. Armanca wan ew e ku ji bo xwe pergalek ava bikin, îradeya wan bi hêz e û ji bo vê dixebitin. Îro di çalakiyan de bi awayê aktîf cih digrin û vê daxwaza xwe nîşan didin. Êdî sînorê tirsê derbas kirine.”

 Serkeftina wan ji bo hemû Sûriyeyê girîng e’

Emîne Omer bal kişand ku çawa tecrubeya rêveberiya xweser a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa jinan, li ser jinên Suweydayê bandoreke mezin çêkiriye dê li ser hemû jinên Sûriyeyê jî bandorê çêbike û wiha domand:

"Di çalakiyên gel de peyamên jinan heta tu bibêjî zelal û xuyayî ne. Dengê wan bilind e û hêza wan mezin e. Jinên Suweydayê ji bo pêşxistina çalakiyên hêzê didin gel. Gavên têkoşînên ku jin li herêmek davêjin, li ser herêmên din jî bandorê çêdike. Çawa ku jinên Suweydayê ji şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bibin dê herêmên din ên Sûriyeyê jî ji çalakî û gavên wan bi bandor bibin. Em bawer dikin ku di pêvajoya li pêşiya me de dê li gelek herêmên Sûriyeyê jin rabin ser piyan û daxwazên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê bînin ziman. Jin îro bi hev re bê tirs dimeşin, têkiliyan çêdikin, ji tecrubeyên hev sûdê digrin.

‘Em piştgiriyê didin çalakiyan’

Emîne Omer herî dawî got ku ew li ser navê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û MSD’ê piştgiriyê didin çalakiyên li Suweydayê û got: “Lewre ev çalakiyên demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz in. Me weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wek gel, modela xwe ava kiriye û mafên xwe bi dest xistine. Ger çalakiyên li Suweydayê bigihîjin serkeftinê, bigihîjin jin û gelê wê derê dê herêmeke din a Sûriyeyê jî serkeftinê bi dest bixe. Ev rewş di xizmetê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê û azadiya jinan bike.”