Ji serê salê ve 789 penaberên ku berê xwe dan Ewropayê jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Tûnisê, ragihandin ku ji 1’ê Çileyê vir ve 789 kesên ku hewl dan ji Behra Spî biçin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan û 34 hezar kes jî ji deryayê hatin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya Teşkîlata Ewlehiya Peravên Tûnisê ji 1'ê Çileya 2023'an vir ve cenazeyên 789 penabarên ku hewl dan ji Behra Spî derbasî Ewropayê bibin ji deryayê hatine derxistin. Hat tesbîtkirin ku ji cenazeyan tenê 102 cenaze aîde welatiyên Tûnisî ne.

Li gorî sala borî hejmar gelek zêde ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piraniya penaberan ji Afrîqayê ne, bi giştî 34 hezar kes ji deryayê hatin rizgarkirin û ev hejmar li gorî sala borî gelek zêde ye.

Hejmara kesên ku gihîştin Îtalyayê bû 75 hezar

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê jî îsal hejmara koçberên bêrekûpek ku bi riya deryayê gihîştine welat, li gorî sala borî du qat zêde bûye û gihîştiye 75 hezarî. Hat tesbîtkirin ku ji van kesan 44 hezar ji Tûnisê hatine.

Li Behra Spî di 6 mehan de 895 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Behra Spî di nîvê sala 2023’an de li ser riya YE’yê hezar û 895 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), ji sala 2014'an û vir ve hejmara kesên ku dema hewl dan ji Behra Spî derbasî Ewropayê bibin jiyana xwe ji dest dan 20 hezar derbas kiriye.