Ji sedî 70’ê kesên li Xezayê mirin jin zarok û extiyar in

Li gorî daxuyaniya hikumeta Xezayê di êrîşa Îsraîlê de di nava 24 saetan de 678 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Li Xezayê hejmara miriyan gihîşt 3 hezar û 478’an. Hezar û 300 kes weke ‘winda’ hatin aşkerakirin.

Navenda Nûçeyan- Der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê, Ofîsa Medyaya hikumetê ya Xezayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve destpêkirin de hat diyarkirin ku li Xezayê 433 malbat hatine qetilkirin. Di nava van malbatan de bi giştî 2 hezar 421 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di 24 saetên dawî de 678 kes hatin qetilkirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de Îsraîlê di êrîşa li ser nexweşxaneya El Mamedanî ya li Xezayê (el-Ehli Baptist) 471 bi giştî 678 kes hatine qetilkirin. Li Xezayê heta niha bi giştî 3 hezar û 478 kesan jiyana xwe ji dest dane, 12 hezar 65 kes jî birîndar bûne.

121 hezar avahiyan zirar dîtin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê de 4 hezar û 821 avahî bi temamî hatine rûxandin. Hat bibîrxistin ku nêzî 121 hezar avahiyan di êrîşên Îsraîlê de zirar dîtine.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin zarok û extiyar in

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, der barê windabûna hezar û 300 kesan de daxuyanî da. Ji vana 600 jê zarok in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêjeya kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ji sedî 70 jin zarok û extiyar in. 

Di êrîşa li ser Xezayê de 304 leşker û hezar û 405 Îsrailiyan jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 968 Îsraîlî birîndar bûne.