Ji nûnertiya HDP’ê ya herêma Kurdistanê banga piştevaniyê

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê kampanya alîkariyê ya ji bo mexdurên erdhejê ji bo mehekê dirêj kirin.

Navenda Nûçeyan- Piştî erdeheja ku navenda wê Mereş û bandor li 10 bajarên Bakûrê Kurdistanê kir û herwiha bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kir bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya çend rêxistinên sivîl, di 9’ê Sibatê de kampanya komkirina alîkariyê ragihandin. Cihê komkirina alîkariya ofîsa HDP ya li pişt Mega Mol e, ji saet 9’ê siharê heta 5’ê êvarê komkirina alîkariyan berdewam e.

Nûnertiya HDP ya herêma Kurdistanê da zanîn ku ji ber pêwîstiyên mexdurên erdhejê zêde ne û alîkariya hatî berhevkirin kême, wan biryar dane ku kampanya xwe ya komkirina alîkariyan heta mehekê berdewam bikin.

Nûnertiyz  HDP’ê bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku hîn zêdetir tevli kampanya alîkariya ji bo mexdurên erdhejê bibin û hîna gelek mexdur tu alîkarî negihiştiye wan û pêwîstî bi alîkariyek zêdetir heye.