Ji MKGP’ê banga tevlîbûna danişîna 10 rojnamegeran

MKGP’ê banga tevlîbûna yekemîn danişîna 10 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin ku sibê bê dîtin kir.

Navenda Nûçeyan – Midura Karên Nivîskî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever ku di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hat kirin de di 29’ê Cotmeha 2022’an de hat girtin, nûçegihana MA Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlım, Emrullah Acar, Hakan Yalçin. Selman Guzelyuz, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdullah Bayram û nûçegihanê MA'yê Zemo Ağgöz ê ku dihat darizandin û Mehmet Gunhan ê ku demekê li Buroya MA ya Enqereyê stajyer dikir, yekem rûniştina wan wê sibê bê kirin.

Li bendê ne ku gelek nûnerên çapemeniyê û rojnameger li rûniştina rojnamegerên “endamtiya rêxistinê” dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bên darizandin temaşe bikin. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGKP) der barê doz û rewşa rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî da.

Têkoşîna rojnamegeran wê bidome

MKGP'ê da xuyakirin ku tenê di meha Nîsanê de 27 rojnameger hatine binçavkirin û bi bîr xist ku di operasyonên 11 mehên dawî de 34 rojnameger hatin binçavkirin. Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Çapemeniya Azad a ku li dijî polîtîkayên reşkirinê yên hikûmetan têdikoşe, li cihekî ku di bin her şert û mercî de heqîqetê eşkere dike û berjewendiyên gel diparêze rawestiyaye.” Herwiha hat gotin ku rojnameger dê li dijî hemû zext, binçavkirin, girtin, tundî û tacîz kirinê têkoşîna xwe bidomînin.

Banga danişînê kirin

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

MKGP'ê banga hestiyariyê li rûniştina dozê ya ku sibê saet di 10:00 de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin, kir û got: “Em hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin danişînê ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re ji bo parastina heqîqetê li dijî polîtîkayên antîdemokratîk ên hikûmetê ku rojnamegeriyê weke sûc dibîne.”