Roja 784'an: Nobeda Edaletê wê li Meclîsê dewam bike

Malbata Şenyaşar nobeda edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar ê ku ji Partiya Çep a Keskan wekî wekîl hat hilbijartin îro dîsa li ber edliyeyê bû.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan birînda bûbû, ya li ber Edliyeya Riha yê destpê kiribûn di roja 784'an de ye.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinê Ferît Şenyaşar ê ku ji Partiya Çep a Kesk a Rihayê weke parlamenter hat hilbijartin û hat Edliyeya Rihayê, li ber pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” dest bi çalakiya nobedê kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî nobeda îro bibe.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Me bi ‘derew’ û ‘hîleyên we’ re nekarî. Ev ji me re bû derd. Em ‘qet’ dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin bila ev ji we re bibe ‘derd’. Di roja 784 a Nobeta xwe ya Edaletê em li ber Edliyeya Rihayê ne…”