Ji Melek Îpekê silav heye
Melek Îpeka ku li dijî mêrê bi navê Remezan Îpek mafê xwe parastinê bi kar anî û bi sezayê mihabetê hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe selam ji bo hemû kesên piştgiriya wê kirin re şand.
Navenda Nuçeyan- Melek Îpeka ku li girtîgeha Tipa L ya Doşemalti ya Antalyê tê girtin, dûh bi parêzerê xwe re hevditin pêk anî. Melek Îpek a ku li dijî mêrê bi navê Remezan Îpek ji bo neyê kuştin mafê xwe parastinê pêk anî û bi sezayê muhebetê hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe selam ji hemû kesên ku piştgiriya wê kirin re şand.
“Min bi girî name xwend”
Parêzerê Melek Îpekê Ahmet Orhan naveroka hevdîtina xwe ya bi Melek Îpekê re wiha belav kir û got Melekê gotye: “Ew nameyên ku we şandine min bi çavê girî xwend, qasî ji destê min hatî min bersîva wan nivîsandiye, yên ku min bersîv jî nedayî bila parêzer li cihê min lêborinê bixwaze.
Melek Îpekê diyarkiriye ku herî zêde wê ji derve beriya hembêzkirina keçên xwe û bi wan re razanê kiriye û gotiye: “Li vê derê ev 27 roje min qet lêdan nexwariye ji ber ez li vêderême keçên min ji derve bi aramî dijin.”
Dozger gotibû “Ew ne xwe parastine”
Melek Îpeka li dijê mêrê bi navê Ramazan Îpekê ku hertim îşkence lê dikir û çend caran gefa kuştinê lê dixwar mafê xwe parastinê bi kar anîbû. Lê belê ew Dozgerê ku di vê derbarê de dozname amade kiribû, dabû zanîn ku di vê buyerê de mafê xwe parastinê nehatiye bi karanîn. Di derbarê Melekê de ji ber ‘kuştina bi zanabûn’ bi sezayê heta heta were sezakirin.
Pîştî bûyerê gelek rêxistinên jinan pîştgirî dan Melek Îpekê û daxwaza berdana wê kirin.