Li Amedê 17 jinan belgeya perwerda mafên mirovan û jinan girt

Li Amedê, Bernameya Perwerdeya Mafên Mirovan ên Jinan bi dawî bû. 17 jinên ku perwerdeya 16 hefteyî temam kirin, destnîşan kirin ku vê pêvajoyê ezmûneke bihêz û hişyariyeke mezin daye wan.

Amed - Bernameya Perwerdeya Mafên Mirovan ên Jinan (KÎHEP) ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan ên Jinan dihat meşandin, bi dawî bû. Bernameya ku di 13’ê Sibatê de dest pê kiribû û 16 hefteyan dewam kir, bi çalakiyeke li Qada ‘Jiyana Hevpar a Sumerparkê’ bi dawî bû. Di çalakiyê de belgename dan 17 jinên ku perwerde bi serkeftî temam kirin.

Çalakiya bidawîkirina bernameyê bi pêşandana belgefîlma “Bu Kalabalığı Hatırla” (Vê Qelebalixiyê Bîne Bîra Xwe) dest pê kir. Perwerdekara KÎHEP'ê Rojda Kizgin di çalakiyê de axivî û spasiya tevahî jinên beşdar kir. Kizgin destnîşan kir ku her çend wekheviya zayendî di qanûnan de hebe jî, jin di her qada jiyanê de li dijî astengiyên zayendperest û cudakariyê têdikoşin.

‘KÎHEP xebateke girîng e’

Rojda Kizgin di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya KÎHEP'ê û wiha got: “Her çend di nava qanûnên heyî de mafên jinan cih bigirin jî, tenê dema ku em wan bixin meriyetê wateyeke xwe heye. KÎHEP xebateke girîng e û piştgiriyê dide jinan da ku di guhertina civakî de rol bigirin.”

‘Perwerdeyê ezmûneke bihêz ava kir’

Beşdarên bernameyê jî diyar kirin ku vê perwerdeyê destkeftiyên girîng dane wan, zanebûn û hişyariya wan a li ser mafên jinan zêdetir kiriye. Beşdaran anîn ziman ku derfeta wan çêbûye ku bi jinên ji beşên cuda re bên gel hev, ezmûnên xwe parve bikin û tekez kirin ku ev pêvajo hem di asta kesane hem jî di asta saziyê de ji bo wan bûye ezmûneke bihêz.

Piştî axaftinan, belgeyên beşdarbûnê pêşkêşî 17 jinên ku bernameya 16 hefteyî temam kirin, hatin kirin.

Di bernameyê de çi hat nîqaşkirin?

Di perwerdeya ku jinên di serokatiyên daîreyên cuda yên Şaredariya Bajarê Mezin û Meclîsa Jinan de cih digirin beşdar bûn, di nav 16 heftiyan de ev mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin: Mafên Mirovan ên Jinan, Mafên Destûra Bingehîn û Medenî, Tundiya li Dijî Jinan û Tundiya NavMalê, Mafên Jinan yên Aborî, Ragihandin, Jin û Zayend, Jin û Mafên Zayînê, Jin û Siyaset, Femînîzm û Tevgera Jinan.