Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê derfetên pêşketinê ji bo jinan ava dike

Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ji bo bi sedan jinan qadên ku bikaribin lê bixebitin, debara xwe bikin, perwerde û werzîşek baş bibînin, ava kiriye. Jinên li navçeyê dan zanîn ku pirsgirêkên wek qadên şîn, wesayîtên zêde û çalakiyên hunerî hene.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Şaredariya Rêya Armûşê ya bajarê Wan ê, piştî ku ji aliyê qeyûm ve hate desteserkirin, bi hilbijartinên 2024’an re ket destê rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û bi sîstema hevserokatiyê dest bi birêvebirinê kir.

Tevî deynên ku qeyûm du sal berê li pey xwe hiştiye û di sala 2025’an de qeyûmek ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin jî, şaredarî xebatên xwe didomîne. Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn xebatên ku di du sal û nîvan de di warên jin û ciwanan de hatine kirin vegot.

‘200 jin di baxçeyên bajarî de dixebitin

Oznur Evîn behsa destpêşxeriyên siyaseta jinan a şaredariyê kir. Oznur got ku wan bi Baxçeyên Bajêr dest pê kiriye da ku jin bikaribin ji malên ku lê asê mane derkevin û beşdarî hilberînê bibin. Oznur Evîn ragihand ku ji ber jin ji axê hatibûn qutkirin, wan ji baxçeyê bajar yên jiyanî dest pê kirine û wiha domand:  “Ji ber ku jin ji aliyê serdestiya mêran ve ji erdê hatibûn veqetandin û bi malê ve hatibûn sînordarkirin. Dema ku me şaredarî girtin dest, pêşîniya me ew bû ku em jinan ji malên xwe ber bi qadên vekirî ve bibin. Ji ber vê yekê me pêşîniya Baxçeyên Bajarî da. Me baxçeyê xwe yê yekem li Taxa Xatuniye ava kir, ku 10 jin lê dixebitin. Em bersivên erênî distînin. Em bi jinan re dicivin, li taxan civînan li dar dixin û guh didin daxwazên wan. Em her sal bi projeyek baxçeyê bajarî yê jinan dest pê dikin. Niha, di nav şaredariyê de 3 baxçeyên bajarî yên jinan hene. Bi tevahî 200 jin di van baxçeyên bajarî de dixebitin.”

Jinên Efgan û Îranî di bexçeyê jinan de dixebitin

Oznur Evîn destnîşan kir ku wan baxçeyê bajarî yê ku li Taxa Xatuniyeyê vekirine ji bo jinên ku ji ber şer koçber bûne veqetandine û di wî baxçeyê bajarî de tenê jinên ku ji ber şerên li Efganistan û Îranê koç kirine, dixebitin. Oznur Evîn wiha got: “Wekî ku tê zanîn, jin û zarok di şer de bedêlên herî giran didin. Li ser bingeha vê yekê û li berçav girtina şerê bêdawî li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Îranê û koçberiya dijwar a ber bi Wanê ve, me pêwîst dît ku projeyek wisa pêk bînin. Di vê xalê de, serlêdanên 10 jinên penaber ji me re hatin û me ew baxçeyê bajarî ji wan re veqetand.”

Navenda Piştgiriya Jinan a Çilkezî

Oznur Evîn diyar kir ku wan ji bo derxistina jinên ku rastî tundiyê hatine ji hawîrdora tundiyê û pêşîgirtina li vegera wan a ji bo wê hawîrdorê, gelek înîsiyatîf girtine. Oznur da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûman, yekem navenda piştgiriyê ku wan ava kiriye, Navenda Piştgiriya Jinan a Çilkezî ye û ev agahî dan: “Me ev navenda hevgirtinê vekir da ku alîkariya jinên ku rastî tundiyê an jî her cure zexta civakî hatine, bikin. Di heman demê de bi vekirina navenda hevgirtinê re, me bi komeleya parêzeran re protokolek îmze kir da ku alîkariya hiqûqî û dadwerî bidin jinên ku rastî tundiyê hatine. Em şaredariyek in ku bi hemû peymanên parastina mafên jinan ve girêdayî ye. Me biryarên xwe yên di derbarê vê yekê de bi rêya meclîsê derbas kirine.”

Proje li gorî daxwazên jinan tên destnîşankirin

Oznur Evîn ragihand ku wan di 2 salan de 5 navendên jinan û 1 pirtûkxaneyek jinan vekirine. Oznur destnîşan kir ku di navendên jinan de berhemên hunerî têne çêkirin û perwerdehiyên ku dikarin dahata aborî peyda bikin, tên dayîn. Oznur Evîn tekez kir ku armanca wan a sereke ew e ku qadek peyda bikin ku jin bikaribin xwe di warê civakî de bi rihetî bînin ziman û ji hêla aborî ve dahat qezenc bikin.

Li her taxê salonên werzîşê

Oznur Evîn diyar kir ku wan ji bo çalakiyên werzişî jî gelek înîsiyatîf girtine û di nav şaredariyê de salonên werzîşê yên taybet ji bo jinan vekirine. Oznur Evîn derbarê van salonan de ev agahî dan: “Me ji jinên ku salonên werzîşê bikar tînin nirxandinên pir erênî wergirtine. Projeyek me heye ku li her taxê saloneke werzîşê ji bo jinan hebe. Niha, li 4 taxan salonên werzîşê yên jinan hene û em ê di demek nêzîk de li 2 taxên din jî vekin.”

Oznur Evîn ragihand ku 2 hezar û 400 jin ji salonên werzîşê yên jinan sûd werdigirin û destnîşan kir ku 2 navendên werzîşê ji bo zarokan hatine avakirin. Oznur da zanîn ku 350 zarok ji vê yekê sûd digrin û wiha pê de çû: “Em ji bo kesên nexweş, hewcedarê lênêrînê ne, an jî ji ber sedemên cûda nikarin ji malên xwe derkevin, xizmetên werzîşê yên li malê pêşkêş dikin. Mamosteyên me yên werzîşê mal bi mal digerin, kesên ku nikarin werin navendên werzîşê bi werzîşên pêwîst rêberî dikin. 120 kes ji xizmeta me ya werzîşê ya li malê sûd werdigirin.”

Xizmeta ji bo civakê

Oznur Evîn diyar kir ku ji bilî vekirina gelek navendên xwendinê û pirtûkxaneyan ji bo piştgiriya xwendekaran, ji bo ciwanan jî rêgehek atletizmê hatiye vekirin û zêdetirî 400 ciwan bêpere jê sûd werdigirin. Oznur Evîn tekez kir ku ew karê xwe bi berjewendiya civakê dikin û wiha got: “Meydana qeşayê xera bûbû û pêdivî bi nûjenkirinê hebû. Me ew nûjen kir û dîsa çalak kir. Salane 10 hezar kes dikarin qada qeşayê bikar bînin. Di çarçoveya çalakiyên me yên 'Divê kesê ku nikaribe avjeniyê bike nemîne' de, dersên avjeniyê dane 890 ciwanan. Ji bilî vê, bi hatina havînê re, em her hefte li taxek cuda festîvalên zarokan li dar dixin. Di festîvalan de lîstikên cûrbecûr bi zarokan re têne lîstin û gelek çalakî tên lidarxistin.”

Xelk li ser karê şaredariyê çi difikirin?

Her çend şaredariyê karên xwe yên ji bo jin û ciwanan bi vî rengî rêz kiribe jî, me li kolanan bi jinan re hevpeyvîn kir û ji wan li ser daxwazên wan ji Şaredariya Rêya Armûşê û karê şaredariyê pirsî.

Xwendekar Îrem Irmak Kaçtaş diyar kir ku ew pirtûkxaneya ku ji hêla şaredariyê ve ji bo xwendekaran hatiye vekirin bikar tîne. Îrem got ku ji bo gihîştina pirtûkxaneyê wesayîtên giştî bi kar tîne û ji qelebalixiya di wesayîtan de gazin kir. Îrem wiha got: “Wesayîtên veguhestina giştî pir qerebalix in; hejmara wesayîtan dikare bê zêdekirin. Ez ji çalakiyên ku li pirtûkxaneyan têne lidarxistin û nêzîkatiyên profesoran pir kêfxweş im. Ezmûnên pratîkê tên dayîn, ku bi saya wan em kêmasiyên xwe bibînin. Tenê pirsgirêk ew e ku rêzên pir dirêj di pirtûkxaneyê de hene; heke pirtûkxaneyek mezintir hebûya, bêtir mirov dikarin jê sûd werbigirin.”

'Qadên kesk têr nakin'

Şehrîban Arman dibêje ku ji ber li nêzî mala wê park tune ye, gihîştina wan a ji bo parkek, saetek digre. Şehrîban gilî û daxwazên xwe wiha bi lêv kir: “Ez li Taxa Hacibekîr dijîm, mala min ji vir pir dûr e. Ev parka hevpar a herî nêzîk e ku ez û hevalê min dikarin biçinê. Û ez di saetekê de gihîştim vir, hevalê min di 20 deqîqeyan de. Ji ber vê yekê ez nikarim pir sûd jê werbigrim. Divê li taxan bêtir qadên kesk û park bên çêkirin. Li taxa ku ez lê dijîm, ne qadeke kesk heye ku mirov lê rûnin û ne jî parkek heye ku zarok lê bilîzin. Gelek erdên vala hene ku dikarin bên bikaranîn.”

‘Divê navendên xwendinê û pirtûkxane bên zêdekirin

Elasu Demîr destnîşan kir ku her çend qada parkê têr be jî, alav têr nakin û wiha got: “Qada lîstikê û rêyeke skateboardê heye, lê ji bo zarokan cih tune ku lîstikên din bilîzin. Qadeke ji bo lîstina topê dikare bê çêkirin. Gihîştina min a ji bo vir, demek dirêj digre. Ji bo ku ez bikaribim pirtûkxaneyê bikar bînim, divê ez pir zû rabim. Tevî van hemûyan, ez nikarim cihekî bibînim. Navê xwe di lîsteyê de dinvîsim û bi saetan di dorê de dimînim. Belê, gelek pirtûkxane hene, lê têr nake. Îsal, zêdetirî 3 milyon xwendekaran ji bo azmûna zanîngehê serlêdan kirin. Ez jî xwendekar im û pêdivîya min bi cihekî xwendinê heye. Ger li nêzîkî mala min pirtûkxaneyek hebûya, min dê wê bikar baniya. Divê navendên xwendinê û pirtûkxane bên zêdekirin.”

‘Divê çalakiyên hunerî bêtir girîngî û piştgirî bigrin’

Gamze Çekircî ji di nava gotinên xwe de balê dikşîne ser navendên xwendinê û pirtûkxaneyan û wiha dibêje: “Navendên xwendinê û pirtûkxaneyên ku ji bo xwendekaran hatine vekirin, têr nakin. Her roj gelek xwendekar tên vir. Piraniya me nikarin cîhek bibînin, em navên xwe di lîsteyê de dinvîsin û li rêzê disekinin. Pirtûkxaneya li vir biçûk e û her çend em zû bighîjin jî, cîhek tune ku em lê rûnin. Ji bo ku ez di betlaneyan de bixwînim, divê ez serê sibê zû şiyar bibim. Ez her tim bi fikar têm vir ka gelo ez ê bikaribim cîhek bibînim an na. Ez dixwazim kapasîteya navendên me yên xwendinê zêde bibe. Wekî din, ez difikirim ku divê çalakiyên hunerî bêtir girîngî û piştgirî bigirin.”