Ji malbatên kesên li Meşhedê hatine girtin bertek
Malbatên kesên li Meşhedê di merasîma bîranînê ya parêzer Xosrow Elî Kurdî de hatin girtin, fikarên xwe yên têkildarî rewşa xizmên xwe û agahîne girtina rewşa wan de anîn ziman û daxwaza şefafiyetê kirin.
Navenda Nûçeyan – Malbat û aktîvîstên mafên mirovan, der barê agahî negirtina têkildarî aqûbeta bi dehan kesên li Meşhedê di merasîma bîranînê ya parêzer Xosrow Elî Kurdî hatine girtin, fikarên xwe anîn ziman û diyar kir ku saziya berpirsiyar a binçavkirinan û cihê gelek kesan tên girtin hêj nayê zanîn.
Birayê Hestî Emirî, di parvekirina xwe ya li ser Instagramê de fikarên xwe yên li ser rewşa xwişka xwe anî ziman û got ku hêj der barê cih, rewş û şert û mercên girtiyan de tu agahî nehatiye girtin. Her wiha da zanîn texmîn dikin ku kesên li derveyî Meşhedê hatine girtin jî li navendên girêdayî Sepahê, di hucreyên yekkesî an jî qawîşên bêserûber de tên girtin.
Lêpirsîna destpêkê bi sûcên "civîn û lihevhatin", "têkbirina aramiya giştî", "heqaretkirina rêbertiyê" û "propagandaya li dijî rejîmê" tê meşandin û heta 11’ê Çileyê lêpirsîn li ser van hemûyan bê kirin.
Bi heman awayî, Mehdî Gulyan ê birayê Sepîde Gulyan jî ragihand ku Sepîde Gulyan di dema binçavkirina xwe de rastî derpkirinê hatiye û tohmetên li dijî wê "sûcên li dijî ewlehiya neteweyî" û "propagandaya li dijî rejîmê" ne. Mehdî Gulyan, hewildanên malbatê ya ji bo derbaskirina zehmetiyên pêvajoya binçavkirinê parve kir.
Di bîranîna roja heftemîn a Xosrow Elî Kurdî de, Nergîs Muhammadî, Sepîde Gulyan, Pouran Nazemî, Hestî Emirî, Aliye Matlabezade, Nora Haghghî, û Tayyibe Nazarî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Her çend hinek bi kefaletê hatin berdan jî, hêj der barê yên din de agahî nîne.
Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku malbatan der barê tohmetan, cihê binçavkirina wan û rewşa tenduristiya wan de agahîyên zelal negirtine. Dozgeriya Giştî ya Meşhedê û rayedarên dadwerî, der barê hejmara kesên girtî û saziya berpirsiyar de agahiyên zelal nedane; lêbelê hin çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku dosyayên edlî hatine vekirin.
Van binçavkirinan, ji ber hebûna kesayetiyên navdar a di mafên mirovan û civaka sivîl de, bû sedema nerazîbûnek neteweyî û navneteweyî. Rêxistinan, daxwaz kirin ku rayedar ji bo kesên girtî gihîştina hiqûqî û bijîşkî mîsoger bikin.
Malbat û çavkaniyên herêmî, ragihandin ku rayedar agahdarîdayîn an jî destûrdayîna serdana kesên girtî asteng dikin û ev yek bû sedema fikarên cidî ya têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya wan. Hinek dezgehên medyayê, îdiayên derbkirinê ragihandin; ev îdiayan hêj bi awayekî serbixwe nehatin piştrastkirin.