Dorpêç û êrîş karesetê li Xezayê kûrtir dike

Êrîşên Îsraîlê û dorpêça domdar a li dijî Zîvala Xezayê, pirsgirêkên xwegihandina penaberan a stargeh, xizmetên tenduristiyê û alîkariya mirovî zêdetir girantir dike.

Navenda Nûçeyan – Dorpêç, êşa niştecihên Zîvala Xezayê bi bêparkirina wan a ji alîkariyên mirovî re girantir dike. Ev rewş, ji bo kesên ji cih û warên xwe bûn, veguherî qeyranekî mirovî ya roj bi roj mezintir dibe. Gel, di bin serma, baran û kêmbûna stargehê de bi şert û mercên dijwar re rû bi rû dimînin.

Hêzên Îsraîlê, îro danê siharê li herêmên cûda yên Zîvala Xezayê rêze êrîşên hewayî û bombebaran pêkanîn. Hate ragihandin ku di êrîşan de zêdetirê 10 kes birîndar bûn û rewşa birîndarek jî giran e.

Binpêkirinên ku rûxmê agirbestê didomîn, ji destpêka peymanê û vir ve bû sedema mirina 394 sivîlan û birîndarbûna hezar û 75 kesan. Ji destpêka agirbestê û vir ve, binpêkirinên Îsraîlê gihîşt 813’an û rojanê bi navînî nêzî 25 binpêkirin pêkhat. rayaderan, destnîşan kirin ku rewş "pir xeternak" e û gef li berdewamiya peymanê dixwo.

Şerê Îsraîlê ya li dijî Xezayê, encamên mirovî yên wêranker hişt; zêdetirê 70 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jin û zarok zêdetirê 171 hezar kes birîndar bûn.

Qeyran kûrtir dibe

Şer, di binesazî û xizmetên bingehîn de jî bû sedema hilweşandinek berfireh. Neteweyên Yekbûyî, lêçûna ji nû ve avakirina Xezayê bi qasî 70 milyar dolar texmîn dike. Niştecihan, di bin şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Ev yek qeyrana heyî, ji bo mirovên bêwar ên ji hewaya dijwar û baranên giran dijîn, hêj zêdetir dike. Pêla barana dijwar a vê dawiyê, rewşa kesên ji cih û warên xwe bûne xirabtir kir.

Bi heman awayî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê, hişyarî dan ku operasyonên mirovî yên bi taybetî li Xezayê, ger Îsraîl astengiyên di prosedurên qeydkirinê de pêktîne û mîna "pirsgirêk, keyfî û pir siyasî" bi nav dike ji holê rake, bi xetereya hilweşînê re bi rû ye.