Ji Kongra Star banga xwedî derketina li cangoriyên azadiyê

Kongra Star bal kişand ser keda cangoriyên azadiyê ya di têkoşîna azadiya gelê Kurd de û got “Her gavê ku wan avêt, her ked û xebata ku wan dan û her fedakariya ku wan kir, îro rêya azadiyê ya ku em li ser dimeşin ronî dike.”

Navenda Nûçeyan –Kongra Star, di destpêka daxuyaniya xwe de got ku “Em bi rêz, hêvî û girêdana xwe, hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin” û wiha domand: “Bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de, di serî de li Amed, Wan û ji her aliyê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Em li hember malbatên hêja yên şehîdên xwe, hevalên wan ên rê û tekoşînê û hemû gelê xwe, serê xwe ditewînin û serxweşiyê dixwazin.”

Kongra Star destnîşan kir ku ew ne tenê pêşengên serdemekê bûne, her wiha bûne pêşengên siberoja azad û demokratîk a gel û wiha pê de çû: “Wan jiyana xwe ji bo azadiya gelan, azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk feda kir. Her gavê ku wan avêt, her ked û xebata ku wan dan û her fedakariya ku wan kir, îro rêya azadiyê ya ku em li ser dimeşin ronî dike.”

‘Bi taybetî di dema berxwedana Kobanê de, ji Bakûr destek hat’

Kongra Star bi bîr xist ku piştgirî û hevkariya gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Şoreşa Rojava jî yek ji hêz û awayên herî xurt ên vê tekoşîna hevpar bûye. Kongra Star ragihand ku di demên herî dijwar ên Şoreşa Rojava de, bi taybetî di dema berxwedana Kobanê de, ji Bakûr destek hatiye û wiha got: “Me qet ji bîr nekir û em dê nekin ku ciwanên me, jinên me û gelê me ji Bakur bi ruhê seferberiyeke mezin ber bi Rojava ve hatin. Parastina Kobanê tenê parastina bajarekî nebû. Ew bû derbirîna dîrokî ya iradeya hevpar, berxwedana hevpar û daxwaza jiyana azad a gelên me. Di navbera wan kesên ku li Kobanê û di parastina Şoreşa Rojava de jiyana xwe şehîd bûn û şehîdên me yên ku li çiya û bajarên Bakurê Kurdistanê, di tekoşîna azadiyê de şehîd bûn de, dilsoziyek qetnebar heye. Tekoşîna wan perçeyên heman lêgerîna azadiyê, heman iradeya gelan û heman daxwaza jiyana demokratîk e.”

‘Ji bo ku ciwanên me nemirin’

Kongra Star her wiha bal kişand ser girîngiya bîranîna hevpar û bi van gotinan anî ziman: “Îro, piştî şehadeta gerîlayên HPG û YJA Star li bajarên cuda yên Kurdistanê, xwedîderketina gelê me li ser şehîdên xwe, zindî hiştina bîranînên wan û kombûyîna wan di merasîmên sersaxiyê de, careke din nîşan dide ku ev bîranîna hevpar çiqas hêz e. Em wekî gelên Rojava û bi taybetî jinên Rojava, em ê vê hevkariya ku ji Bakur heta Rojava dirêj dibe, vê tekoşîna hevpar û mîrata ku şehîdên me ji me re hiştiye, tu carî ji bîr nekin. Îro em di heman demê de ji nav pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Serkeftina pêvajoya Civaka Demokratîk ji bo dawîkirina êş û derdên ku gelên me bi dehan salan jiyane, ji bo ku ciwanên me careke din şehîd nebin û ji bo ku cihê xwîn û şer bi siyaseta demokratîk û iradeya jiyana hevpar ve bê girtin, girîngiyeke mezin heye.”

‘Di perspektîfa Civaka Demokratîk a ku îro pêş dikeve de, ked û xeyalên şehîdên me hene’

Kongra Star da zanîn ku bi destpêka vê pêvajoyê re rawestandina şer re nemirbûna ciwanan ji bo gelan serkeftineke mezin e û wiha got: “Em serkeftina vê pêvajoyê ne tenê wekî encama îro, wekî pêkhatina daxwaz û xeyalên hemû şehîdên me yên ku di salên borî de jiyana xwe ji dest dane jî dibînin. Ji ber ku heke îro em dikarin behsa jiyana hevpar a gelan di nav wekhevî, azadî û demokrasiyê de bikin, li pişt vê yekê ked û xebata nifşên ku bedelên mezin dane heye. Di perspektîfa Civaka Demokratîk a ku îro pêş dikeve de, ked û xeyalên şehîdên me hene ku bi salan ji bo azadiyê tekoşîn kirine û jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kirine.”

‘Em ê bi berpirsyariya layiqbûna bîranîna şehîdên xwe, li ser vê rêyê bidomin

Daxuyaniya Kongra Star wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê, em ê tenê bi bîranîna şehîdên xwe ne rawestin; em ê mîrata azadiyê û civaka demokratîk a ku wan ji me re hiştiye, zindî bihêlin. Em wekî jinên Rojava, dê li ser keda wan, li ser berxwedana wan û bîranîna wan bimînin. Ji bo avakirina jiyaneke ku tê de gel bi biratiyê û azadiyê bi hev re bijîn, em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bi taybetî gerîlayên HPG û YJA Star ên ku li serî Amed û Wan û ji her aliyê Kurdistanê di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, em bi rêz û girêdanê bi bîr tînin. Em ê tekoşîna wan, fedakariya wan û hêviyên wan ên azadiyê li Rojava zindî bihêlin.”

Di dawiya daxuyaniya Kongra Star de, dilsoziya bi pêvajoya nû re hat ziman û wiha hat gotin: “Bi perspektîfa Civaka Demokratîk û jiyana azad a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, careke din em diyar dikin ku em ê bi berpirsiyariya layiqbûna bîranîna şehîdên xwe, li ser vê rêyê bidomin. Pêkanîna xeyalên şehîdên xwe, avakirina siberoja azad û demokratîk a gelên me û mezin kirina jiyana azad bi pêşengiya jinan, ji bo me dê girêdana herî mezin be. Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike.”