Jinên ciwan ên Êzidî bi kampa Jineolojiyê hatin cem hev

Yekitiya Jinen Ciwan ên Şengalê bi hemeleya “Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî” çalakiyên rengîn li dar dixin. Jinên ciwan ên Şengalê di çarçoveya hemleyê de li gundê Solaxê kampeke Jineolojiyê vekirin.

ŞÎLAN ŞENGAL

Şengal- Yekitiya Jinen Ciwan ên Şengalê di çarçoveya hemeleya “Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî” de ji bo sê rojan li gundê Solax ê girêdayî bajêrê Şengalê kampa Jineolojî ya bi navê Şehîd Nazê vekirin. Di kampê de jin ji aliyekî ve perwerdeyên xwe yên bîrdozî dibînin ji aliyê din ve jî di warê çand û hunerê de xwe perwerde dikin.

Li Şengalê yek jî xebatên ku di nava jin û civakê de balê dikşîne ser xwe xebatên jinên ciwan in. Jinên ciwan ên ku xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dikin her ku diçe bi guherîn û veguherîna kesayetên xwe re pê re jî tevahî jinên Êzidî de guherînê didin avakirin û bala tevahî jinên ciwan ên Êzidî dikşînin ser xwe. Jinên ciwan tevî paşverûtiyên pergalê jî li hemberî pergala kapîtalîst têdikoşin. Di tevahî xebatên xwe de jinên ciwan girîngî didin têgehên xwebûn û azadiyê ji bo wê jinên ciwan rexne li kesayet û pergala ku jinan tune dihesibîne her wiha tenê weke meta nêzî wan dibe,  têdikoşin. Yek jî gavên jinên ciwan cara yekem avakirina kampeke ji bo sê rojan bû.

‘Armanc bihêzkirina jinên ciwan e’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Ala Şengalî bi van hevokan kêfxweşî û armanca xwe ya ji bo avakirina vê kampê anî ziman: “Armanca me ya avakirina vê kampê ji bo em hê bêtir bi hevalên xwe re demên xwe bi perwerdeyê derbas bikin. Me roja yekem semîner li ser xweparastina jinan dît her wiha em ê çawa bikaribin tevahî jinên ciwan di nava kar û xebatan de bi cih bikin û bi rêxistin bikin me nîqaş kir.”

‘Em dixwazin xebatên me yê bi vê awayî zêdetir bin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Dilvîn Şingalî jî bi van gotinan vekirina kampa jinên ciwan nirxand: “Di çarçoveya hemleya Jin Jiyan Azadî Serbixwe Azadî de me ev kamp ava kir. Demên me pir tijî û xweş derbas dibin em 15 jinên ciwan in. Îro jî me tevan weneyên di xeyalên xwe de xêz kir û bi panoya xwe ve kir. Êvarê jî me ji xwe re dîlan girt û stran got. Bi rastî kêliyên pir watedar bûn. Em dixwazin xebatên me yên wiha rengîn pir bibin û hevalên me jî di nava kar û xebatê de bêtir bibin.”