Tundiya li ser jinan bir rojeva TBMM'ê

Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Halîde Turkoglu pirs ji wezîrê malbat û xizmeta civakê kir û got: “Deriyê edliyê ji di nav de pêkneanîn ewlehiya canî ya jinan hûnê bi kijan polîtakayên xwe yên kêm zelal bikin?

Enqere- Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Halîde Turkoglu bi daxwaza bersîvdana pêşnûme pirsên ji wezîrê malbat û xizmeta civakê Mahinur Ozdemîr Goktaş radestî TBMM kir. Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku tenê di nava 4 rojan de 5 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin, der barê jinên hatin qetilkirin de zanyarî hate parvekirin. 

Di pêşnûmepirsa ku Mahinur Ozdemir Goktaş bersîv bide de ev pirs hate kirin:

“*Di nav 4 rojan de pêvajoya darazandina bikujên 5 jinan di kîjan qonaxê deye? Wê ev pêvajo ji aliyê yekineyên we ve were şopandin? Wê zanyarî bidin gelemperî)

* Deriyê edliyê ji di nav de pêkneanîn ewlehiya canî ya jinan hûnê bi kijan polîtakayên xwe yên kêm zelal bikin?

*Di 22 salên dawî de; Tenê hêjmara jinên ku xwestin hevberde û hatin qetilkirin çende? Li rûxmê ku daxwaza parastinê kirin û ji ber nehatin parastin çend jin hatin qetilkirin?

*Çend jin ji aliyê mêr ve di encama çekê de hate qetilkirin? Hun bi çekbûna kesî ya bi awayek bê qontrol zêde dibe çawa zelal bikin? Wê wezareta we ji bo sînordarkirina bi çekbûna kesan xebat bide meşandin?

*Jin di her qadê jiyanê de her tim rastî ne ewlehiya can, tacîz, îstîsmarê tê. Dema tên qetilkirin ji bo pêşîlêgirtina vê li mal, kolan, li cihê kar û wê kijan tedbîrên zagonê werin girtin?