Ji rêxistina Jin Bi Hevre Bi Hêz In ji bo rojnameger Sona bang

Rêxistina jin hevre bi hêzin bertek nîşanî esasgirtina îfadeya mêrê cîran ku tundîtûjî li beramberî rojnamegera Azerbeycanê Sona Y bikaranî û rêkirin GGM. Bang berdana Soma Y kirin.

Navend Nûçeyan- Rêxistina jin hevre bi hêzin  der barê esasgirtina îfadeya mêrê cîran ku tundîtûjî li beramberî rojnagera Azerbeycanê Sona Y pêkanî û şandin Navenda Şunde vegerandina Edirne (GGM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘Îfadeya mêrê ku tundî pêkanî hate esasgirtin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Yeldegirmena Kadikoya Stenbolê mêrê cîran gotiye; ‘Ez tirkim, yên ne Tirk li vêderê jiyan nakin, ez te li vî welatî nadim jiyankirin.’ Êrîşa fizîkî li beramberî rojnamegera Azerbeycanî Sona Y bi karaniye û wiha hate gotin: “Bi xwe di medyaya dijîtal de di buyera tundiya ku giha kolanê bi mudaxelaya derdor û êrîşkar sekindanin, bi hatina polîsan re mêrê bersûc destê xwe di hejand birin emniyete, bi xwejî destura mayînê kir hêcet û eşkere kir ku şandiye GGM yê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî îfadeya Sona Y şandin Navenda şundevegerandina Selimpaşa ya li Edirne û wiha hate gotin: “Di rewşa giliya herdû aliyan de, jinek ku rastî tundîyê hatiye heye. Destura mayînê weke hêcet hate nişandan îfadeya bersûc hate esasgirtin. Bi rastî em vê pêkanîna dijminê penaberan û zayendperestiyê qebul nakin. Li gora 6284’ dewlet  hemwelatiyên Komara Tirkiye be yan nebe bêyî ku cihêkarî were kirin ji bo hemû jinan neçarin tedbirên pêşîlêgirtin û parastinê bigrin.” 

‘Divê Sona demildest were berdan’

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî di encama polîtakayên desthilatê ên penbaran de jinek penaber ku rastî êrîşî hatiye sewqî GGM hatiye kirin da û wiha bang kir: “Ev rewş hemû jin bi taybet jinên ku hemû cûrên tundîtûjiyê dû qat jiyan dike, ji ber gefa dersînorkirinê jinên penaber nikarin xwe bigihinên mekanizmayên serlêdanê û dibin hedefa petriyalkal ya mêran. Sona Y a penaber bûye hedefa tundîtûjiya mêr, mêrê ku hemwelatiyê TC ye tê berdan, Soma  şandin GGM ya Selimpaşa. Li wê derê şert û mercên xirab bi rêya parêzer hate ragihandin. Behs kir ku pirsgirêka giring ya hijyenê heye, malzemeyên paqijiyê nadin, paqijî bi penaberên ku li GGM’ê didin kirin. Xewliyên ku jin ji kantinê tînin şil dikin û paqijiyê dikin, li ser çarçevên ku şewba kene û lekeyên xwinê hene di razin. Ji aliyê rayedarên li navenda penaberan rastî tundîyê tên. Di hevdîtinan de Sona diyar dike ku ji ber şert û mercên navenda şunde vegerandinê û ew bê mafiya ku lê tê kirin wê dest bi gireva birçîbûnê bike. Divê demildet were berdan, em daxwaz dikin ku pêkanîna dij mirovî yên li GGM tê kirin bi dawî bikin.”