‘Ji hemû jinan re bûn îlham û hêza têkoşînê’
Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku armanca hedefgirtina Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla şikandina têkoşîna jinan bûye û got ku sekin û hewldana her sê jinên şoreşger, ji hemû jinan re bûye îlham û hêza têkoşînê.
RONAHÎ ZERDEŞT
Şengal – Beriya 12 salan yanê di 9’ê Çileya 2013’yan de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Parîsa Fransayê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina her sê jinên şoreşger, dewleta Fransa ku bi bêdengiya xwe nîşan dide ew jî hevkarê komkujiyê ye, tevî hemû delîlan jî bi hinceta delîlên kêm û bi awayekî biguman mirina kujer Omer Guney ê li girtîgehê, ser dosyaya Komkujiya Parîsê girt. Lê tevî bêdengiya Fransa û hêzên navneteweyî jî, li her derê cîhanê jinên Kurd û jinên cîhanê ji bo pêkanîna edaletê û darizandina dewleta Tirk ev 12 sal in li ber xwe didin û têdikoşin.
Berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî, derbarê 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê û berxwedana her sê jinên şoreşger ku bi sekn û têkoşîna xwe ji jinan re bûn îlham de, axivî.
‘Armanc şikandina îrade û têkoşîna jin bû’
Sûham Şengalî, di şexsê her sê jinên şoreşger de hemû pakrewanên jin ên ku di oxira azadiyê de têkoşiyan, jiyana xwe ji dest dan û bûne sembol, bi bîr anî. Sûham, diyar kir ku di esasê xwe de hedefgirtina her sê jinên şoreşger ne rasthatiniyek bûye û wiha got: “Di 9’ê Çileya 2013’yan de dewleta tirk li Parîsê komkujiyek pêk anî. Armanca vê komkujiyê bi taybetî di kesayeta heval Sara de şikandina têkoşîn û berxwedana jinan bû. Heval Sara, ji hemû jinan re bû îlham û hemû jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe ketin ser rêya têkoşîn û berxwedanê. Hedefgirtina heval Sara û her du hevalên din, hedefgirtina îradeya azadiya jinê bû. Wekî her kesî Fransaya ku her roj bi demokrasî û edaleta xwe pesnê xwe dide, dizane ku li pişt vê komkujiyê dewleta Tirk heye. Lê tevî ku 12 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûye, hê jî Fransa bêdeng e. Ji ber vê bêdengiya Fransayê dîsa careke din li Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Ev nîşan dide ku dê bêdengî bibe sedema komkujiyên bi vî rengî.”
‘Sekna Sara mînak û manîfesto ye’
Sûham Şengalî di berdewama axaftina xwe de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Di şexsê Sara de xwestin komkujiya Dersîmê dubare bikin” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Kesayeta heval Sara di tevlibûna jinan a şoreşê de xwedî roleke mezin bû. Li dijî hemû êrîş, hovîtî û paşverûtiya civakê ya li ser jinan, sekna heval Sara mînak û manîfesto ye. Ji ber vê yekê her jinek ku dixwaze ji bo azadiya xwe bi dest bixe divê li ser rêya heval Sara bimeşe û têbikoşe. Bi rastî jî her kêliya heval Sara ji bo hemû jinan manîfesto ye û divê her jin heval Sara bixwîne û fam bike. Kesayeta azad mirov dikare di heval Sara de bibîne û fêr bibe.”
Xeta berxwedanê
Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî destnîşan kir ku Sakîne Cansiz jî ji civakeke ku her tim rastî komkujiyan hatiye tê, lewma êşa jinên Êzidî her fam kiriye û ev nixandin kir: “Ji bo me jinên Êzidî jî xeta heval Sara ku li Ewropayê ji bo jinan û civaka Êzidî xebat meşand, xeta berxwedanê ye û divê her jinek Êzidî li ser xeta heval Sara xwe hîn zêdetir birêxistin bike û bipêş bixe. Heval Sara ji Dersîmê ji civakeke elewî tê ku her tim rastiya komkujiyê hatiye. Ji ber vê yekê êşa civaka Êzidî û jinên Êzidî baş fam dikir. Tiştên ku jinên Êzidî jiyan, beriya dehan salan civaka Dersîmê jiya. Ji ber vê yekê jî manewiyat û hest gelek nêzî hev in. Ji ber vê yekê, lazim e jinên Êzidî di naskirina kesayeta heval Sara de xwe hîn zêdetir kûr bikin.”
‘Dinya ewê bi saya têkoşîna jinan bighê azadiyê’
Sûham Şengalî da zanîn ku ev dinya ji ber feraseta mêr şer û pevçûn lê heye, dê bi saya têkoşîna jinên ku li ser rêya Sakîne Cansiz dimeşin, bighê azadiya xwe û wiha axivî: “Îro têkoşîna ku li dinyayê li dijî desthilatdariya zilam di asta jor de tê meşandin, di vê têkoşînê de keda heval Sara pir mezin e. Îro em encama têkoşîna heval Sara ku li dijî feraseta zilam meşandiye, dibînin û niha bi hezaran jin li ser xeta heval Sara dimeşin û têdikoşin. Her wiha îro jinên Êzidî jî li dijî her cure paşverûtiyê li ser rêya heval Sara têdikoşin.”
Li ser xeta Leyla û Fîdan têkoşîn meşandin
Sûham Şengalî bal kişand ser kesayeta Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha domand: “Heval Leyla ji bo birêxistinkirina jinên ciwan xwedî hewldan û kedeke mezin bû. Divê li Kurdistan û cîhanê hemû ciwan bi taybetî jinên ciwan, ji bo biserxistina vê têkoşîn û berxwedanê, bi rihê heval Leyla ku bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire, li hemberî komkujî û êrîşan xwedî helwest bin. Bi taybetî jî li Şengalê meşandina xebata jinên ciwan a li ser xeta heval Leyla, girîng e. Divê bi taybetî hemû jinên ciwan li dijî êrîşên ku li ser mêjî û bedenên ciwan û civakê tên meşandin xeta heval Leyla ji xwe re bikin armanc û wisa têbikoşin. Heval Fîdan jî di warê dîplomasiyê de doza tevgera azadiya hîn zêdetir di navneteweyî de da nasandin. Her du heval jî xwedî rol û girîngiyeke mezin bûn. Îro li cîhanê li kuderê felsefeya Jin-Jiyan-Azadî hebe, ev jî bi saya ked û hewldana heval Fîdan e. Îro em encamên kar û xebatên dîplomasiyê ku heval Fîdan beriya 12 salan li qada Ewropayê dimeşandin, di îro de dibînin.”
Heta dawiyê têkoşîn
Di dawiya axaftina xwe de berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî got ku ji bo ronîkirin û darizandina kujer û berpirsên Komkujiya Parîsê, ewê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.