Ji HDP'ê berteka li dijî weşanên li ser zarokên mexdurên erdhejê

Komîsyona Zarokan a HDP'ê bertek nîşanî weşanên ku bi dîmenên zarokên mexdûrên erdhejê tê kirin da, hişyarî da û got, "Zarokên mexdûrên erdhejê di propagandaya xwe ya siyasî de bi kar neynin."

Navenda Nûçeyan – Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz, têkildarî nûnertiya mexdûrên erdhejê yên piştî erdhejên navenda Mereşê di çapemeniyê de cih girtin, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji roja yekem a erdhejê ve HDP û rêxistinên sivîl, derbarê temsîla mexdûrên erdhejê di medyayê de pêwîstî bi helwesteke bi baldarî û bi berpirsyarî destnîşan kirin.

Banga hişyariya medyayê

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser nêzîkatiya medyaya alîgir ku zarok beriya erdhejê û piştî erdhejê kir materyala têgihîştina xwe ya siyasî, hat destnîşankirin ku wan dît ku saziyên çapemeniyê yên li dijî hikûmetê jî tev li vê ferasetê bûne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Weke HDP em careke din bi bîr tînin û hişyar dikin. Li ser wêne û vîdeoyên zarokên mexdûrên erdhejê weşanên ajîtîf û hestiyar nekin û ji bo propagandaya xwe ya siyasî bikar neynin. Zarok mijarên civakî yên hevgirtina civakî ne. Em bang li hemû çapemeniya nivîskî dikin ku di vî warî de hestiyar û berpirsyar bin.”