Ji Endama Tevgera Goran li dijî komkujiyê banga yekîtiyê

Endama Tevgera Goran Saza Abdullah a êrîşa li dijî du jinên pêşeng li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, got “Leyman Şiwêş sembola berxwedan jinan e” û li dijî komkujiyê banga yekîtiyê li jinan kir.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Dewleta tirk di 20’ê Hezîranê de bi SÎHA’yan êrîşê gundê Til Şeîrê yê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de kir. Di encama komkujiyê de du jinên pêşeng ên şoreşa jinan Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş û cîgera wê Leyman Şiwêş jiyana xwe ji dest dan. Endama Tevgera Goran Saza Abdullah a Leyman Şiwêş jî nas dikir, li dijî komkujiyê helwesta xwe nîşan da û destnîşan kir ku bi xurtkirina xebatên jinan ew ê bersiva komkujiyê bidin.

Xwedî seknek bihêz bû

Saza Abdullah êrîşa dewleta Tirk a li ser jinên pêşeng şermezar kir û wiha got: “Min Leyman Şîwêş nas dikir, dema ku bû nûnera Kongra Star û piştre serdana Tevgera Goran kir me wê demê hev nas kir. Kongra Star rêxistineke jinan li Rojavayê Kurdistanê bi hêz e û hemû jinên xwedî fikrên cuda digre nava xwe. Dema cara yekem em bi hev re diaxivîn û me guftûgo dikir, soraniya wê nebaş bû. Lê belê ewqas jinek jêhatî û zîrek bû di demek kin de fêrî soranî bû. Leyman Şîwêş jinek sade bû lê belê xwedî hêz û îradeyek gelek mezin bû. Jinek gelek bi aram û bi wekî xwe bû, her dem li gel jinên endamên partiyên siyasî di nava pêwendiyan de bû, girîngî dida têkiliyên civakî.”

‘Ez ji Leyman Şiwêş gelek tiştan fêr bûm’

Saza Abdullah da zanîn ku Leyman Şiwêş her dem dixwast jinên Başûrê Kurdistanê xwe ji desthiladariya partiyan rizgar bikin û xebatê ji bo azadî û hişyarkirina jinan bikin û wiha got: “Di hemû karan de jinek çalak bû, di rêza pêş de cihê xwe digirt. Pêwendiyên xwe bi jinên Başûr re gelek bi hêz kiribû. Her dem beşdarî xwepêşadanan dibû, weke jinek pêşeng û xebatkar ez ji Leyman gelek tiştan fêr bûm. Leyman Şiwêş tu caran ji bîra min naçe. Bandorek mezin li Başûrê Kurdistanê çêkir û her dem xwedî proje bû. Dixwest em hemû ji bo azadiya jinan têbikoşin, ev pêşengiya Leyman Şîwêş wisa kir ku di dijmin de tirsê ava bike. Hikumeta dîktator û yên ku ji bo hemû cureyên dagirkeriyê  bi kar tînin, azadîxwazan dikin hedef.”

Banga bihêzkirina têkoşînê

Saza Abdullah destnîşan kir ku dewleta tirk ne cara yekem e pêşengan dike hedef û wiha got: “Em di wê hêviyê de bûn ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane were çareserkirin lê belê dewleta tirk ku tu wateya demokrasiyê fam nake, bi êrîş û dagirkeriyê pêşengên Kurdistanê dike hedef. Em jî neçar in bi xebat û têkoşîna xwe li hemberî van êrîşan û dagirkeriyê bisekinin. Divê Kurd xebat û têkoşîna xwe bidomînin heta ku bigihîjin mafên xwe.”

‘Divê jin li çar aliyê Kurdistanê bibin yek’

Saza Abdullah di dawiya axaftina xwe di wiha got: “Leyman Şiwêş sembola jinên Kurd e û semboleke ji bo komkirina jinên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Daxwaza wê ew bû ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û bi hev re kongreya neteweyî li dar bixin û tê de daxwaza mafên xwe bikin. Em ê jî weke jin riya Leyman berdewam bikin û kar bikin, em ê li hemberî êrîşên dewleta tirk rawestin da ku êdî jinên şoreşger û xebatkar neyên qetilkirin. Ji ber ku binpêkirin gihîştine asta herî jor û divê li dijî vê jî em xebatên xwe hîn xurtir bimeşînin.”

‘Leyman Şiwêş sembola berxwedana jinan e’

Endama Tevgera Goran Saza Abdullah êrîşa li dijî hedefgirtina du jinên pêşeng li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “Ji bo ev êrîş û dagirkerî were sekinandin divê em di xebatên xwe de bi îsrar bin û herdû jinên pêşeng bikin semobola berxwedana xwe.”