Ji destpêka salê ve li Yemenê 237 kes bi kolerayê mirin

Rêxistina Tenduristiyê yê Navneteweyî ragihand ku li Yemenê ji destpêka sala 2025´an ve hejmara kesên ji nexweşîna Kolerayê mirine, gihîştiye 237’an.

Navenda Nûçeyan Pevçûna siyasî ku zêdeyî deh salan e li Yemenê didome, bû sedem ku binesaziya sektora tenduristî hilweşe. Nexweşxane û navendên tenduristiyê ji kêmbûna zêde ya alîkarî û derman, rêbazên parastin û dermankirinê bê zar bûn. Ev rastiya qels ya heyî, derî li ber belavbûna pir zêde ya nexweşî û epîdemiyan a li gelek herêman veke, êş û azara niştecihan zêde bike û krîza mirovî kûrtir bike.

‘Kêm xwarinî gefê li jiyana zarokan dixwe

Rêxistina Tenduristiya Navneteweyî duh raporek pêşkêş kir, tê de diyar kir ku belavbûna şewba Kolera li Yemenê  ji destpêka îsal ve bûye sedema mirina 237 kesan. Hejmara kesên ku bi vê şewbê ketine jî gihîşt zêdetirî 87 hezar kesan. Ev pêşketin jî di encama berdewamiya pevçûnan de tê ku welat bêzar dike. Krîzên mirovî û tenduristî du qat dike, di serê vê yekê de jî kêm xwariniya zarokan ku jiyana zarokan dike bin gefan. Rêxistinê tekez kir ku ev krîz di encama kêm fînansekirinê de zûtir kûr dibe, hewldayîna bersivdanê asteng dike û rewêa tenduristî û mirovî xeternaktir dibe.  

Rêxistinê bi bîr xist ku Yemen ji destpêka vê salê heya dawiya Cotmehê 87 hezar û 566 kes bi Kolera û zikêşek dijwar ketine, her wiha 237 kes jî bi vê nexweşînê mirine. Di raporên xwe yên dawî de rêxistinê destnîşan kir ku Yemen 3´yemîn bajarê di asta navneteweyî de bi mirina di encama Kolera de piştî Sûdan û Afganîstanê cih digre. Ev yek jî rewşa tenduristiya herêmê diteyisîne.

Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Tenduristiyê ku di rapora xwe ya di dawiya Çileya borî de daye, belavbûna nexweşiya Kolera li Yemenê di sala 2024´an de bû sedema mirina  879 kesan. Herî kêm 260 hezar kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, asta karesata tenduristiyê ya ku li Yemenê xelk pê re rû bi rû ye, nîşan dide.