Rejîma Îranê cezayê girtîgehê yê Nahîd Behrûzî daxist sê salan
Welatiya Bahayî Nahîd Behrûzî (Feruherî) ku li Kerecê dijî, ji aliyê Şaxa 12’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Alborzê ve mehkumî sê sal cezayê girtîgehê û cezayên din hate kirin.
Navenda Nûçeyan – Welatiya Bahayî Nahîd Behrouzî (Ferûherî) ku li Kerecê dijî, berê ji aliyê Şaxa 4’emîn a Dadgeha Şoreşê ya bajêr ve ji ber sûcê ‘xebatên perwerde yan propagandayê yên ku li dijî şerîeta Îslamê 5 salan mehkumî cezayê girtîgehê û cezayên din hatibû kirin, ji aliyê Şaxa 12’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Alborzê ve cezayê wê daxist 3 salan û cezayên din jî wek xwe hat erêkirin.
Ev biryar ji aliyê Şaxa 12’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Alborzê ve li gorî madeya 500’an a Qanûna Cezayê ya Îslamî hatiye dayîn. Li gorî teblîxatê, cezayê 5 salan ê girtîgehê ku ji aliyê Şaxa 4’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ve hat dayîn, daxistiye 3 salan. Di heman demê de cezayên zêde yên 10 sal bêparkirina ji mafê bikaranîna medyaya dîjîtal, destdanîna ser cîhazên elektronîk, pirtûkên olî jî hat erêkirin.
Berê jî hatibû girtin
Nahîd Behrozî di 25’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê hêzên Dezgeha Îstîxbarata Ferdîs ve li mala xwe hatibû binçavkirin û piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê, di 15’ê Tebaxa 2024’an ji navenda binçavkirinê ya Dezgeha Îstîxbaratê, sewqî Girtîgeha Kaçûyî ya Kerecê hatibû kirin. Piştî 65 rojên girtinê, bi kefalet ji Girtîgeha Evînê hat berdan. Herî dawî welatiya Behayî di 5’ê Cotmeha îsal de ji aliyê Şaxa 4’an a Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ve mehkumî 5 sal cezayê girtîgehê û cezayên din hatibû kirin.