Ji DBP û HEDEP'ê li dijî tezkereyê bang

Parlamenterên DBP û HEDEP’ê dan xuyakirin, ku ew ê ji biryara şer a pêşkêşî meclîsê hatiye kirin re bêjin ‘Na’ û bang li mûxalefetê kirin ku “Polîtîkayên şer ên hikûmeta ku dixwaze rejîma yek zilamî nû bike nepejirînin.”

Navenda Nûçeyan - Tezkereya ku ji bo operasyona li dijî Iraq û Sûriyeyê rayeya dirêjkirinê dide serokkomar wê vê hefteyê li Meclisê bê nîqaşkirin. Parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) der barê tezkereya ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin de daxuyanî dan. Endamên meclîsê bi wêneyên sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Tezkere destwerdana jiyana hevpar a li Rojava û Iraqê ye’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û tezkere weke “dijminatiya li Kurdan” pênase kir. Salîha Aydenîz wiha got: “Yekane sedema erêkirina tezkereyê li Meclîsê û rayedayîna serokkomar, kûrkirin û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Tezkere, ne tezkereya ewlehî û bekayê ye. Tezkere, tezkereya şerê li dijî Kurdan e. Destwerdana li dijî jiyana hevpar a ku gelê Kurd dixwaze li Rojava û Iraqê ava bike ye. Lewma ev tezkereya, li dijî hebûn, ziman, çand û xaka gelê Kurd e.”

‘Hewl didin bi rêya tezkereyan îradeya çareseriyê ya Abdullah Ocalan asteng bikin’

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku dewleta tirk hewl dide destkeftiyên gelê Kurd tune bike û wiha got: “Di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoyên avê, tesîsên elektrîk û  petrolê, embarên genim, nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê hedef tên girtin. Gelo ev yek dikare çawa were nirxandin? Di encama êrişên di navbera 4-11’ê Cotmehê de du jê zarok bi giştî 47 sivîl hatin qetilkirin. Ev e ya ku gefê li ewlehiyê dixwe? Lewma di bin navê ewlehiyê de hewl didin hebûna gelekî terorîze bikin. Yekane armanca tezkereyê ew e ku şer gûrtir bikin û li aliyê din şerê li dijî Kurdan e. Divê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk, li ser bingeheke demokratîk li meclisê were çareserkirin. Lê îktîdar bi rêya tezkereyan hewl dide hem li hundir hem jî li derve bi rêya şer xwe li ser hêsiran, zext û tunehesibandinê konsolîde bike.”

Salîha Aydenîz anî ziman ku bi rêya tezkereyan di pirsgirêka Kurd de neçareserî tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Ev neçareserî jî bi rêya tecrîdê tê ferzkirin. Hewl didin îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan bi van tezkereyan asteng bikin. AKP li pey xeyalên Osmaniyan e. Lê ev xeyal wê di vê sedsalê de pêk neyên. Divê li Rojhilata Navîn aştî pêk bê.”

‘Armanc ew e ku bi tezkereyê biçin hilbijartinê’

Salîha Aydenîz diyar kir ku armanca din a îktîdarê ew e ku bi tezkereyê bikeve hilbijartinê û got: “Vê îktîdarê pir hewl da ku li dijî Rojava û Sûriyeyê şer bide destpêkirin, lê nekarî. Di pêvajoyeke ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin de sozek nîne ku îktîdar bide gel. Lewma hewl dide xwe konsolîde bike. Di pêvajoya ber bi hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Bi heman awayî tevdigere. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin ‘erê’, berpirsyarên wan binpêkirinan in.”

‘Muxalefet jî berpirsyar e’

Salîha Aydenîz da zanîn ku aliyek din ê vê tezkereyê jî krîza aborî ye û wiha got: “Çiqas şer ewqas jî krîza aborî. Çiqas operasyonên li derveyî welat, ewqas jî krîza aborî. Erdogan ji kesên digotin ‘em nikarin debara xwe bikin’ re got; ‘ma hûn dizanin bê ka bihayê her guleyekê bi çiqasî ye.’ Ev yek nîşan dide ku sedema krîza aborî, şer e. Bi şer, tezkere û cihêkariyê tu pirsgirêk çareser nabin. Divê bi rê û rêbazên demokratîk bên çareserkirin.” Salîha Aydenîz destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd bê çareserî neyê hiştin, divê ji muzakereyê re bê vekirin û axaftina xwe wiha domand:

“Ev pirsgirêk bi polîtîkayên qeyûm û tecrîdê çareser nabe. Bi şer, tecrîd û operasyonên siyasî ev pirsgirêk çareser nabe. Rêya çareserkirina vê pirsgirêkê, aştî û guftûgo ye. Yên ku dixwazin di navbera Îsraîl-Filistînê de bibin navbeynkar, heta ku bi Kurdan re bingeha jiyana hevpar ava nekin wê nekarin li Rojhilata Navîn bi rola navbeynkariyê rabin. Ji bo tezkereya tê bînin meclîsê berpirsyartî dikeve ser milê muxalefetê. Werin em bi hev re rojeva ku wê li Rojhilata Navîn demokrasiyê pêş bixe û çareseriyê li Meclîsê biaxivin. Em ê bi tu awayî polîtîkaya şer a îktîdara ku her carê hewl dide rejîma xwe ya yekzilamî nû bike erê nekin. Em ê rê nedin ku gel li hember hev dubendiyê bikin. Em ê ji tezkereyê re bibêjin ‘na.’ Li gorî me divê rola muxalefetê jî di van binpêkirinan de nebin.”